Li Şehbayê çalekiya piştevaniya greva birçîbûnê didome 2019-04-14 15:14:40   ŞEHBA- Çalakiya di pêşengtiya Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo piştevaniya greva birçîbûnê, di roja xwe yê pêncan de bi tevlîbûna jinên Kevana Zerîn didome.   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi dirûşma "Berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in" ku hat destpêkırın  ket roja xwe ya pêncan. Kon li qada Ehres a Kantona Şehbayê di 10'ê Nîsanê de hat vedan û heta roja îro berdewam dike.   Îro 25 jinên Tevgera kevena Zêrîn a Kantona Efrînê piştevaniya xwe ji berxwedana zîndanan re dan nîşan, hemû endamên Tevgera Çand û Huner a Kantona Efrînê serdana konê piştevaniyê kirin.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pêkir. Paşê daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Kevena Zêrîn Roze Hemo ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li ser navê Tevgera Kevena Zêrîn û gelê ku li ber xwe didin û bi taybet jin, em îro piştevaniya xwe ji çaklakvanên greva birçîbûnê re didin nîşan. Çalakiya ku bi pêşengtiya Leyla Guven û rêhevalên wê di zîndanên bakurê Kurdistanê û  Tirkiyeyê de didome li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û li hember bêdengiya dewletên Navnetewî ye. Em weke jinên Efrînê tevlî çalakiya greva birçîbûnê dibin, heta em dighêjin armanca xwe ya şikandina pergala Îmraliyê û Serok Apo ji zînadanan azad bikin. Di dawiyê de em bêdengiya dewletên navnetewî di derheqa tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Weke tê zanîn jî hin hevalên me di berxwedana zîndanan de giheştin asta şahadetê û berxwedana zîndanan jî berdewam e heta ku  tecrîd bişkê."   Piştre li perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û dengê çalakvan Hacer Xelîl hat guhdarkirin. Her wiha li ser navê Rêveberiya Tevgera Kevena Zêrîn Emîne Zenkî axivî û got: " Gelê Kurd ê berxwedêr tu carî serî netewandiye, em ê heta dawiyê li kêleka çalakvanên greva birçîbûnê bin heta daxwaza me pêk were."   Çalakvanan jî bi hest û stranên xwe berxwedana zîndanan pîroz kirin, dê ev çalakî heta 24 nîsanê bidome.