Meclisa Îştar Konfaransa xwe diyarî çalakgerên dawî li jiyana xwe anîn kir 2019-04-14 13:30:35   MEXMÛR - 11'emîn Konfaransa Mecilisa Îştar li Wergiha Panaberan a Şehîd Rostam Cûdî (Mexmur) ku ji 2 salan carekê tê lidarxistin  bi dawî bû.   11'emîn Konfaransa Meclîsa Îştar a ku ji 2 salan carekê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tê lidarxistin,  vê salê bi tevlibûna 450 delegeyan û bi dûrûşmeya;  "Sonda me ye em ê Pergala Îmralî bişkênin û bî Rêber Apo re azad bijîn"  ku 3 rojan berdewam kir bi dawî bû.   Di 11'emîn konferansa ku hat lidarxisitn de nirxandin li ser 2 salên borî hatin kirin û ji bo demên pêş biriyarên girîng hatin girtin. Konferans bi xwedina encamnameyê bi dawî bû.  Bi xwendina encamnameyê re biryarên ku Meclîsa Îştar di konferansê de girtin hatin xwendîn. Meclîsa îştar 11’emin Konfaransa xwe di şexsê Leyla Güven de, diyarî hemû çalakvanên di grava birçîbûnê û bi taybet ji diyarî havalên ku di zindanan de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Piştî diyarîkirina Konfaransê Rêveberiya Meclisa Îştar a ku ji 81 kesî pêk tê hat hilbijartin. Axaftina girtina konferansê  ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Çiya ve hat kirin.   Cîhan Çiya ku axaftina girtina konferansê kir di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Me Konfaransa xwe ya 11 emin serkefti derbaz kir. Em di pêvajoyek gelek giring re derbas dibin.  Di pêvajoyek wiha girîng de konfaransek bi heybet hat li darxistin. Di vê konfaransê de yek ji çalakvana greva birçîbûnê ku Mexmurê Fadila Tok ku çalakiya xwe di roja 84'an de berdewam dike  hat vêderê û  pêvajo nirxand. Em bi gotênên Fadîleyê gelek hestiyar bûn û gotinên wê ji bo me wek perspektif in. Em di şexsê Fedileyê de dibêjin ku  tiştên ew û hevaên çalakger dixazin em ê pêk bînin.  Ji bo wê jî pêwistiya me heye ku em zêdetir tevlî pêvajoyê bibin tenê alîkarî têrê nake."   ‘Pergala demokratîk di serî de li vêderê dest pê kir’   Cîhan Çiya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser keda jinê û wiha bilêv kir: “Jinên Wargeha Mexmurê heta niha çi ji deste wan hatiye kirine.  Lê ji bo şikandina tecrîdê, divê em li dora biryarên hemû çalakvanan bibin xelek. Roja ku me ev konfarans lî darxist roja wefata dayîka Uveyeş bû, em dayîka Uveyş bi bîr tînin û keda wê ji xere dikin bingeh. Em cardin 11’emîn Konfaransa Meclîsa Îştar li hemû dayîkên berxwedêr pîroz dikin. Li Wargehê me weke Meclisa Îştar ku meclisa despêkê ya jinê ye, me pergala demoqratîk despêkê li vêderê da destpêkirin û îro ev pergal li tevayiya cîhanê belav bû. Pêwiste ji îro û şûn de em nimuneya hevjiyana azad li Wargehê bidin avakirin.”   ‘Ev konfarans wê bandora xwe li hemû cîhanê bike’   Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Çiya bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li ser vî bingehî divê konfaransê de gelek biryar hatin girtin. Biryarên ku li vêderê hatin girtin divê em pêk bînin. Di vê konfaransê de Meclisek ji 81 kesî pêktê hat avakirin, em ji vê rêveberiyê re serkeftinê dixazin. Ji meclisa ku hat avakirin em gelek bi hêvî ne.  Em bawer in ku wê meclisa me bi ser keve û hemû biyaran pêk bîne.  Ev ji beşek ji vê pêvajoyê bû û wê ev konfarans bandora xwe li hemû cîhanê bike. Em vê konfaransê li Serokatî, Berxwdêran û Şehîdên Kurdistanê pîroz dikin.”   11’emîn konfaransa Meclîsa Îştar bi gerandina govedê û bi  duruşmên; "Jin Jiyan Azadî’ , "Bê Serok Jiyan nabe"  bi dawÎ bû.