Derbarê Dêrsim Dag de fezleke hat amadekirin 2019-04-14 12:41:19   AMED - Der barê Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag de fezleke hat amadekirin. Ji ber ku Dêrsim li avahiya HDP'ê ya Amedê li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê fezleke hat amadekirin.    Der barê Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag de, ji ber li avahiya HDP'ê ya Amedê ji 3'yê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye fezleke hat amadekirin. Heta niha der barê Dêrsimê de 5 fezleke hatine amadekirin. Ji 5 fezlekeyên der barê Dêrsimê de hatine amadekirin 2 jê der barê grevên birçîbûnê de ne.    Parvekirinên Dêrsimê yên li ser medyaya civakî yên der barê çalakiyên greva birçîbûnê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bûn mijara fezlekeyan. Ji van fezlekeyan a ewil; Di 17'ê Mijdara 2018'an de 15 kesan li avahiya HDP'ê ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven ketin greva birçîbûnê. Ji ber ku Dêrsim jî di nav van 15 kesan de bû, beşdarbûyîna wê, axaftinên wê û parvekirinên wê yên der barê çalakiyê de wekî "propagandaya rêxistinê" hatin hesibandin.    Fezlekeya din jî; ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya di 3'yê Kanûna 2018'an de hat amadekirin. Di 3'yê Kanûnê de parlementerên HDP'ê li avahiya partiyê ketibûn greva birçîbûnê. Ji ber di çalakiyê de Dêrsim êlegê ku wêneyê Leyla Guven û nivîsa "Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe" nivîsandî li xwe kiriye wekî sûc hat hesibandin.