Çalakiya Dayikên Aşitiyê bi dawî bû 2019-04-13 17:07:33   WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê, ji bo balê bikişîne ser greva birçûbûnê ku li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin, ji bo 3 rojan  çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin.  Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aşitiyê bi dawî bû.    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven de hat destpêkirin ku li tevahiya cîhanê û li grtîgehan belav bû li avahiya Baroya Wanê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Çalakiya dayikan ku dabûn destpêkirin bi daxuyaniyê bi dawî kirin.    ‘Em bang li Wezîrê Edaletê dikin, bila peyvira xwe bîne cih’   Li ser navê Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Wanê Munufe Kaçak axivî. Munufeyê diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî tecrîtê tebikoşin û wiha axivî;”Ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana  Leyla Guven û berxwedana zindanan me dest li baroyê dest çalakiya rûniştinê kir. Ji ber ku baro cihê edalet û hiquqê ye me bi vîna xwe  xwest dengê xwe ji Wezîrê Edaletê re bidin bihîstin. Em wek dayikên girtiyan em dixwazin dengê wan bidin bihîstin. Em naxwazin ji girtîgehan agahiyên mirinan bên. Daxwazên girtiyan bînin cih û tecrîtê bi dawî bikin. Em li Enqereyê civiyan û me xwest ku em bi Wezîrê Edeletê re hevdîtinê pêk bînin, lê em asteng kirin. Daxwaziyên girtiyan binîn cih, pêşiya mirinan bigirin. Em bang li Wezîrê Edaletê dikin ku peywira xwe bîne cih û dengê girtiyan bibihîze. Bijî berxwedana zindanan, Bijî berxwedana Leylayê.”    Piştî daxuyaniyê li gel Dayikên Aşitiyê Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak ji bo ziyaretkirina çalakiya greva birçîbûnê ya  ku li bineya HDP’ê ya navçeya Riya Armûşê dest pê kiriye ziyaret kirin.