'Bila girtiyên nexweş bên berdan' 2019-04-13 15:40:16   STENBOL / ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 368’emîn de xwest girtî Erol Zavar yê nexweşîna penceşêrê pê re heye bê berdan. Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî xwest girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Menemenê bên berdan.    Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza bila girtiyên nexweş bên berdan xwest li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” a di hefteya 368’emîn de li dar bixe. Polîsan çalakî asteng kir û destûr neda li Qada Galatasarayê pêk were. Li ser vê yekê endamên ÎHD’ê li ber Şaxa ÎHD’a Stenbolê ya li Semta Taksîmê li dar xist.    'Divê gav bên avêtin'   Vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtî Erol Zavar ê nexweşîna penceşêra mesane pê re heye. Endamê ÎHD’ê Mehmet Acettîn daxuyanî xwend û bal kişand ser grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîda Ocalan û wiha got: “Hin girtî gihîştine sînorê mirinê. Em di nava xemgînî û metirsiyê de ne. Ji bo mirinên nû neqewimin divê îktîdar gavek berê gavekê bikeve nava hewldanan û gavan biavêje.”    Mehmet bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Erol Zavar ê bavê du zarokan ku bi nexweşîna penceşêra mesaneyê û wiha got: “Erol Zavar ji sala 2001’an de girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê wî ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê kirin. Zavar niha li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. Ji ber nexweşînên niha li hepsê têkoşîna jiyanê dide. Heta niha 15 caran ji nexwşîna penceşêra mesane emeliyat bûye. Li gel penceşêrê jî gellek nexweşînên wî din hene. Ji ber nexwşînên giran nikare di hepsê de bimîne. Em dixwazin Erol Zavar demildest bê berdan. Tenê ne Zavar divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”     Li Îzmîrê jî çalakî    Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi dawaza “Bila girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 476’emîn de li Navçeya Konakê çalakiya heftane li dar xist. Rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl destek dan daxuyaniyê. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê û xwest girtî Ergîn Aktaş ê du milê wî nînin ku rewşa wî giran e, girtî Ehmedê Xemî, Ahmet Çelîk û Cemal Aslan ên nexweş ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne bên berdan. Karakaya xwest rayedar li hember girtiyan muameleya mirovî nîşan bidin.