Qomîteya perwerdeya ziman bawername li şagirtan belav kir 2019-04-13 15:32:27   QAMIŞLO - Komîteya  Perwerdeya Ziman bawernameyên asta yekem, duyem û sêyem belav kir.   Komîteya Perwerdeya Ziman li navenda çand û hunera Mihemed Şêxo ya Kantona Qamişloyê, zêdeyî 200 bawernameyan li ser xwendevanên ku asta yekem, duyem û sêyem xelas kirin hate belavkirin. Her wiha bi dehan malbatên xwendevanan û mamoste beşdar bûn.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li cigîra Wezareta Perwerdeyê Ferîde Ibrahîm û berdevkê Qomîteya perwerdeya ziman Adil Ibrahîm axivîn û wiha gotin: "Em îro bi saya tekoşerên  xwe gihaştine astekê ku em hemû biranşan bi zimanê kurdî didin xwendevanan. Em vê serkeftinê li hemû têkoşerên azadiyê, mamoste û xwendekaran re pîroz dikin. Her wiha hêviyên me jî ew in ku serkeftinên herî mezin bi dest bixin."   Her wiha bawername li xwendevanên ku di asta yekem, duyem û sêyem bi serketine hatin belavkirin, paşê pêşbirka pirsan ji bo mêvanên amade hat çêkirin û pirsên girêdayî zimanê kurdî hatin pirskirin.   Her wiha di dawiyê de Helbestkar Ferhadê Merdê helbest ji bo xwendekaran xwend.