'Bi eşkere dijminatiya Kurdan tê kirin' 2019-04-13 15:10:16   AMED - Daxuyaniya bi pêşengiya TUHAY-DER'ê dê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bihata kirin ji hêla polîsan ve hat astengkirin.  Her wiha avahiya HDP'a bajêr a Amedê jî hat dorpêçkirin. Li gel astengiyan daxuyaniyê hat dayîn.    Greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên siyasî dest pê kir, didomin. Ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûne, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Girtiyan (TUHAY-DER), parlamenterên HDP'a Amedê û hevserokên HDP'ê  xwestin ku li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê malbatên girtiyan en ku berê xwe dan girtîgehê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Her wiha parlamenter û hevserokên HDP'ê yên ku li ber avahiya HDP'ê dixwestin biçin  ber girtîgehê jî hatin astengkirin.    Malbatên girtiyan li gel astengiya polîsan bi dirûşmên wekî "Bijî berxwedana zindanan", "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" û “Bijî berxwedana Leylayê” berê xwe dan avahiya HDP'a bajêr a Amedê. Malbatên girtiyan li ber avahiya HDP'ê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Her wiha nehîştin ku çapemenî dîmen bikişîne. Polîsan hewl da ku malbatên ku dixwestin biçin avahiyê binçav bikin lê piştî ku parlamenter ketin navberê dev ji helwesta xwe berdan.    Li gel dorpêç û astengiya polîsan daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê HDP'a Amedê Mûsa Farîsogullari daxuyanî da û diyar kir ku dewlet li hemberî Kurdan dijminatiyê dike. Mûsa wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me dixwest ku li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan nehişt ku em daxuyaniyê bidin. Nehiştin ku em û  malbat li ber girtîgehê bicivin. Her wiha bi saetan avahiya HDP'ê di bin dorpêçê de ma. Naxwazin em bibin dengê Leyla Guven."   Mûsa bal kişand ser astengiyan û wiha got: "Êdî nahêlin ku gel li kolanê bimeşin. Ev tiştekî asayî nîne û ev dagirkirine. Em bên kuştin jî em bêdeng nabin. Nêzîkatiya li hemberî tecrîdê, nêzikatiya li hemberî me ye. Polîtîkaya qirqirinê tê meşandin. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurd e, pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Tirkiye ber bi kaosê ve diçe. Kesên ku avahiya me dorpêç dike dê hesab bidin."   Her wiha dorpêça li avahiya HDP'ê didome.