Greva birçîbûnê ya 400 girtiyên Filîstînî didome 2019-04-13 14:20:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Filîstînî yên di girtîgehên Îsraîlê de ku bi armanca başkirina şert û mercên zîndanê destpêkiriye, bi beşdariya 400 girtiyan dewam dike.   150 girtiyên siyasî yên Filîstînê yên di girtîgehên Îsraîlê de ne 8’ê Nîsanê bi armanca başkirina şert û mercên girtîgehê û bi dawî anîna mûemeleya xirap a li dijî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên Filîstînî her diçe berfireh dibe. Li gorî agahiyên ku bidestketine hejmara çalakgeran gihîştiye 400 kesî.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem bi dirûşma, “Şerê rûmetê 2” dewam dike. Serokê Cemiyeta Dîlên Filîstînî Kadura Fars dema çalakî destpêkiribû diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan bi dawî anîna binpêkirinên mafê girtiyan hevdîtin li gel îdareya giştî ya girtîgehan hatiye kirin, lê ji ber helwesta neyînî ya îdareya zîndanên Îsraîlê girtî serî li rêbaza greva birçîbûnê dane.   Têgotin ku 230 jê zarok bi giştî 6 hezar girtiyên Filîstînî li girtîgehên Îsraîlê hene û ji mûmeleyên xirab re rû bî rû ne.  Têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyên Filîstînî berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Ayşe Acar Başaran bi navê HDP’ê peyameke piştgiriyê dabû û diyar kiri bû ku ew wekî HDP piştgiriyê didin berxwedana girtiyên Filîstînî.    Daxwazên sereke yên girtiyên siyasî yên Filîstînî ji van xalan pêktên, divê cîhazên ku sinyala telefonên dest bên rakirin, girtiyên li Gazzê careke din bikarin hevdîtin li gel malbatên xwe pêk bînin, telefonên ji giştî re vekirî werin danîn, dawî li operasyonên serdegirtinê û îhmalên tibbî werin anîn.   Her wiha li Tirkiyeyê jî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdeyî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.