Dayikên Şemiyê: Me hezkiriyên xwe di zindanên tarî de winda kir 2019-04-13 14:08:54   STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 10’ê nîsana 1981’î de hat windakirin pirsîn û gotin: “Hûn bi qedexekirina Galatasarayê nikarin wan bi me bidin windakirin.”    Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin xwestin di hefteya 733’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kir. Li ser astengkirinê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Wek her hefteyê polîsan vê hefteyê jî çalakiyê dorpêç kir. Xizmên windayan wêneyên windayan û qurnefilan hildan. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî destek dan çalakiyê.    Aqûbeta Nûrettîn Yedîgol pirsin   Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 10’ê nîsana 1981’î de hat windakirin pirsîn. Xwişka Hasan Ocak ê di sala 1995’an de hat windakirin, Madîde Ocak li ser navê dayikan daxuyaniyê xwend. Madîde diyar kir ku mafên mirova ji bo her kesî mîsogeriya jiyanek bi rûmet e û wiha got: “Mafên mirovan bingeha aştî û edaletê ye. Di tu rêgezên dewletan de binpêkirina mafên mirovan ne çalakiyek rewa ye. Îktîdarên ku hêza dewletê bikar tînin û azadî û maf ji holê radikin dê rewabûna xwe winda bikin. Ji ber ku ve dît û cihê hiqûq û maf lê xelas bibe kêfîbûna zilmê ya serdestiyê dest pê dike.”    'Daxwaza xwe ya heqîqetê bernadin'   Madîde anî ziman ku Nurettîn Yedîgol di salên 1970’î de ji bo xwendinê hatiye Stenbolê û piştî xwendina xwe di nava tevgerên ciwanên sosyalît de cih digire û di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de biryara girtina wî derdikeve. Madîde destnîşan kir ku Nûrettîn di 10’ê nîsana 1981’î de li Îdealtepeya Stenbolê li malekê tê binçavkirin û wî li ewlehiya Gayrettepe ya wê demê îşkenceyên giran lê dikin, wî winda dikin û ji wê rojê ve kesî wî nedîtiye. Madîde da zanîn ku tevî hemû serlêdanan jî lêgerîna Nûrettîn bê encam dimîne û ji lêpirsînên Tirkiyeyê tiştek dernakeve û malbat dozê dibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê. Madîde anî ziman ku ew ê bi tu awayî dest ji pirsîn û lêgerîna windayên xwe bernedin û wiha axivî: “Em ê ji bo Nurettîn Yedîgol û hemû windayên xwe dest ji daxwaza xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. Em ê dest ji Qada Galatasarayê jî bernedin.”    'Dê rojeke edalet bê'   Birayê Nûrettîn Yedîgol, Muzaffer Yedîgol jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Kekê min 38 sal berê hat windakirin. Em hêvîdarin ku kes wek me îşkence nebîne û maf û edalet cihê xwe bibîne. Ne hewceye em gelek gotinan bibêjin.” Muzaffer diyar kir ku dayika wî jî xwestiye vê peyamê wê ragihîne: “Ez di serî de heqê xwe li Serokkomar û Serokkwezîr helal nakim. Heke ji dinyaya din bawer dikin, bila li dinyaya din hesabê wê bê pirsin.”    'Me hezkiriyên xwe winda kirin'   Xwişka Hayrettîn Eren ê di darbeya 12’ê Îlona 1980’an de hat windakirin Îkbal Eren jî wiha axivî: “Me hezkiriyên xwe û birayên xwe di zîndanên tarî yên 12’ê îlonê de winda kirin. Heta kujer neyên darizandin û edalet pêk neyê wê ev doz dewam bike. Hûn bi qedexeyan nikarin tiştekî bi me bidin ji bîr kirin. Hûn bi qedexekirina Galatasarayê nikarin windayan bi me bidin ji bîrkirin. Galatasarayê li me vekin û dest ji zîhniyeta xwe ya qedexekirî berdin. Bikin ku faîl bi me re rû bi rû bibin. Wezîfeya dewletê ev e.”