Heta ku qetilkirina jinan neyê rawestandin dê têkoşîna me raneweste 2019-04-13 13:33:51   HESEKÊ - Îro bi armanca şermezarkirina qetilkirina jinan li Kantona Hesekê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de hat gotin: "Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dê bidome, heta ku civakeke exlaq û polîtîk ava bibe."   Îro Kongreya Star bi  Rêxistinên Jinan re ên li Hesekê  bi armanca şermezarkirina qetilkirina jinan li Hesekê meş li dar xist. Bi hezaran ji gelê Kantona Hesekê û bajarokên girêdayî wê li Çarxereya Sînalko ya Kantona Hesekê dest bi meşa xwe kirin li pirê Miftî rawestiya.   Di meşê de dirûşmeyên ' Jin jiyan e jiyanê nekujin' , 'Êdî bes e û heya dawî li tundiyan were em ê çalakiyên xwe ranewestînin' hate berzkirin.    Bi deqeyek rêzigirtin ji bo pakrewanên azadiyê daxuyanî bi 3 zimanan hat xwendin, bi Kurdî, Erebî û Suryanî. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Sara  Mûna Ebdilselam ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de rêxistinên jinan bal kişandin ser qetlîamên Qamişlo, Hesekê û bajarokê Zirganê rû da û wiha hat gotin: "Divê êdî civak xwe zane bike û xwe ji zihniyeta baviksalarî rizgar bike, taybet jî mêr.  Ji ber netêghiştina wan ji heqîqetê re bûyerên qetilkirina jiyanê ango jinê rû didin. Dema ku jin tê qetilkirin êdî rê li ber jihevketina civak û malbatê vedike."   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Divê ku hemû cîhan bizanibe em ê tu carî qetilkirina jinan û destdirêjiyên li ser wan qebûl nekin û heta ku qetilkirin neyê rawestandin dê têkoşîna me bidome."