'Divê AKP encamên hilbijartinê qebûl bike' 2019-04-13 13:31:50   ENQERE - Parlementera Koma S&D û Raportora  PE-Tirkiyeyê Katî Pîrî, derbarê encamên hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê û mudaxaleya keyfî yên AKP’ê de daxuyanî da û wiha got: “Piştî ev kes hatin hilbijartin ne mimkûne ku li şûna wan, namzetên partiyên din bên bi cih kirin. Ev ji rêzgirtina demokrasî û encamên hilbijartinê re, pir dûre."    Koma Sosyalîst ku koma duyemîn a mezin a Parlementoya Ewropa (PE) ye, derbarê encamên hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê û mudaxileyên keyfî yên AKP’ê de daxuyanî da. Parlementera Koma S&D û Raportora  PE-Tirkiyeyê Katî Pîrî, li ser navê komê daxuyaniyek nivîsa weşand û wiha got: “Wisan xuya dike ku qezenckirina namzetên nayên xwestin, nayê qebûl kirin. Ne tenê partiyên mûxalifetê, qezenckirina  namzetê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê jî, ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve nayê qebûl kirin.  Niha jî mezbatayên Hevşaredarên HDP’ê yê qezenc kirin nadin wan û didin namzetê partiya duyemîn. Desteya Hilbijartinê ya Bilind destpê kê namzetiya van hevşaredaran qebûl kir û niha çawan dibe ku piştî hilbijartinê namzetiya wan qebûl nake? Piştî ev kes hatin hilbijartin ne mimkûne ku li şûna wan namzetên partiyên din bên bi cih kirin. Ev ji rêzgirtina demokrasî û encamên hilbijartinê re, pir dûre. Koma S&D, dixwaze ku mezbatayên hemû hevşaredarên hatine hilbijartin paşve bidin wan.   Parlamentoya Ewropa di meha derbas bûyî de, ji ber paşveketinên mezinbûna hikûmetê muzakereyên beşdarbûna Tirkiyeyê bi awayekê fermî hatin rawestandin. Ji partiyekê zêdetir, gelek partiyan li gelek cihên welat şaredarî qezenc kirin. Vê yekê nîşan da ku demokrasiya Tirk hîna dijî û hêvî da avakirin. Lê ger meqamên Tirk, bi awayekê keyfî peywira serokên şaredariyan ên qezenc kirin ji wan bigire û encamên hilbijartinê nas neke, dê ev bandorek neyînî li têkiliyên PE û Tirkiyeyê bike.”