Çalakiya piştevaniya greva birçîbûnê ket roja xwe ya sêyemîn 2019-04-13 10:47:26   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Çalakiya di pêşengtiya Kongreya Star a herêma Efrînê bi armanca piştevaniya çalakvanên grevên birçîbûnê di roja sêyemîn de didome.    Bi dirûşmeya "Berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in" di di pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê ji bo piştevaniya çalakvanên greva birçîbûnê nîşan bidin konê greva birçîbûnê li Navçeya Ehres a Kantona Şehbayê hat vedan. Çalakî  di roja xwe ya sêyem de didome, bi tevlîbûna  49 jinên Kampa Berxwedan, her wiha serdan ji endamên sazî, dezgeh, meclîs û komînan çê bû.    Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir, piştre daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a kampa Berxwedan Leyla Îbiş hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li ser navê Kongreya Star a kampa berxwedan, ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya  Leyla Guven dest pê kiriye û heya niha li hember bêdengiya dewletên Navnetewî berxwedaniya xwe berdewam dikin em tevlî çalakiyê bûn, em jî dengê xwe didin çalakvanên greva birçîbûnê heya em tecrîda giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakin. Banga me li hemû dewletên Navnetewî û bi taybet jî rêxistina CPT re heye ku li hember kiryarên dewleta Tirk di derheqa Serok Apo û girtîgehan de tê meşandin bisekinin."   Her wiha di çalakiyê de Endama Koordinasyona Kongreya Star Newroz Haşim, li ser navê rêveberiya kampa Berxwedan Nisrîn Şebo axivîn, di axaftinê de çalakiya greva birçîbûnê hat silavkirin û gotin: "Çalakiya greva birçîbûnê pîroz e. Dê jinên Efrînê têkoşîn û çalakiyên xwe bidomînin, piştevaniya çalakvanan bikin, Rêberê xwe azad bikin."   Paşê perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dengê çalakvan Hacer Xelîl a li zindana Tirkiyeyê de hat guhdarkirin. Zarok û jinên Efrînê jî bi stran û helbestên xwe hezkirin û hestên xwe ji Abdullah Ocalan re anîn ser ziman.   Jinên tevlî çalakiya grevê bûn ji ajansa me re nêrînên xwe parvekirin. Jinan gotin: "Çalakiya bi pêşengtiya jina azad Leyla Guven dest pê kir, tevahî cîhan bi bandor kir, dê dayik û malbatên şehîdan, tevahî jinên azadîxwez li ser riya têkoşîna Leyla bin, heta Rêberê me azad bibe."   Şêrîn Murad bi lêv kir ku gelê kurd ku tenê berxwedanê nas dike, heta negihêje armanca xwe wê berxwedana xwe bidomîne û got: "Di şexsê berxwedana Leyla de em ê têkoşîna azadiyê bidomînin. Bi malbatên şehîdan dê Efrîn rizgar bibe, Rêber Apo azad bibe."   Meroş Reşîd jî ev tişt got: "Weke dayîkên şehîdan ku li ser fikra Rêber Ocalan xwe bi rêxistin kirine, heta dawiyê em ê berxwedan û têkoşînê bişopînin."   Piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê didome.