'Bi hezkirina xwe em ê hûnera xwe bi hêztir bikin' 2019-04-13 10:15:39   SILÊMANÎ - Koma Govendê ya Estêrkan (stêrk) ku ji 20 jin û zelamekê pêk tê. Endamên koma govenda Estêrk bang li hemû jinan kirin ku çand û govenda Kurdî biparêzin.   Govend û şahiyên gelê Kurd heta roja me ya îro jî hebûna xwe parastîne. Lê her ku diçe hêjmara komên govendê yên ku bi awayekî pispar dileyîzin kêm dibe. Koma Govendê ya Estêrkan (stêrk) ku ji 20 jin û zelamekê pêkhatiye di sala 2006’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye damezrandin. Heya niha gelek caran bi govend û stranên Kurdî beşdarî şahiyên taybet yê Herêma Federal a Kurdistan bûne.    'Bi heskirinê em ê hunera xwe bi parêzin'   Endamên Koma Govenda Estêrkan bi rêya Rojnewsê bang li tevahî jinan kir ku xwedî li çand û govendên Kurdî derbikevin. Yek ji Endama koma Govendê ya Estêrk Sena Cemal wiha qala koma govendê kir û bang li tevahî jinan kir ku bi hûnerê çand û govenda Kurdewarî biparêzin û wiha got: “Peyama min ji bo tevahî jinan ew e ku beşdarbûna xwe ji bo komên govend û çalakiyên hûnerî çêbikin. Bi hezkirina xwe em ê hûnera xwe bi hêztir bikin. Ji ber ku hûner û govend tiştek pir xweş û binirxe, pir giringe ku jin beşdar bibe.”   Sena diyar kir ku her ku diçe govendên Kurdî ber bi tûnebûnê ve diçin û wiha nêrînên xwe got: “Ez daxwaz ji keç û xortên Kurdan dikim ku xwedî li çand, hûner û govendên xwe derbikevin. Ji ber ku govend û stran çanda bav û dapîrên me ne. Ez hêvîdikim ku çanda me her zindî bimîne, ne ku ber bi tûnebûnê ve biçe.”   'Dayîka min alîkar bû'   Endamekî din a koma Govenda Estêrk Giznig Omer bang li tevahî jinên Kurd kir ku xwedî li hûner, govend û çanda Kurdî  derbikevin û wiha axivî: “Ev çend sale ez di koma govendê ya Estêrk deme, dayîka min gelek bi min re bû alîkar ji bo ku ez beşdarî koma Govendê bibim. Ji bo wê pêwîste jin bi heskirna xwe derkevin qadan û xwedî li hûnera kurdî derbikevin.”   'En ku çandê zindî bihelê jin in'   Giznig Omer bang li dayîk û bavan kirin ku rê li ber keçên xwe vekin û bi wan re bibin alikar ji bo çand û govendên Kurdî zindî bimînin û biparêzin û wiha jî got: “Ji ber ku nifşê nû yê ciwanan di aliyê govendan de dikarin pispor bibin. Pêwîste her kesek ji aliyê xwe ve vê çandê zindî bihêle û bi taybte jî jin.” Giznig Omer herî dawî jî got “Bê pirsgirêk, em ê weke koma govendê beşdarî gelek çalakiyên li navçe û bajarên Kurdistanê bibin.”