Hevşaredara Şemrexê: Ev jî parçeyekî zihniyeta AKP’ê ye 2019-04-13 09:08:32   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Di 8’ê Nîsanê de hevşaredarên Şemrexê yên HDP’ê ku mazbataya xwe girtin û çûn avahiya şaredariyê, bi talana qeyûm re rû bi rû man. Derbarê mijarê de  Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin axivî û got ev jî parçeyekî zihniyeta AKP’ê ye û wiha  berdewam kir: “Zihniyeyeta qayim û valakirina şaredariyan yek e û ji hev cudatir nîne.”   Şarederiya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê dema di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, qeyûm tayinî wê kirin. Di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de,  Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 56.40  şaredarî bi dest xist û şaredarî ket bin rêveberiya HDP’ê. Hevşaredarên HDP’yî Nalan Ozaydin û Îbrahîm Çoko, piştî mazbata xwe girtin, bi gel re bi girseyî derbasê avahiya şaredariyê bûn. Hevşaredarên ketin avahiya şaredariyê bi talana qeyûm rû bi rû man. Hevşaredara Şemrexê derbarê mijarê de de ji ajanda me re axivî. Nalan, anî ziman ku wan dema şaredariyê vekirine bi talanbûnê rû bi rû mane.   ‘Tiştê ku aîdê me bû me paşve girt’   Nalan, di serî de li ser qayimên ku tayînî şaredariyên DBP’ê hatibûn kirin nirxandin kir û  wiha got: “Di hilbijartinên heremî  yên di sala 2014’an de Şemrexa şemerexê bû ya DBP'ê. Lê piştre qayim tayînê şaredariya Şemrexê hatkirin. Piştî ku qayim tayînê şaredariyê hat kirin zirareke mezin da gel û şaredariyê. Dema qayim tayînî şaredariyê hat kirin, di serî de xebatkarên di şardariyan de ji kar avêtin û bi navê wan lîst. Piştî ku xebatkarên di dema DBP'ê de ji kar hatin derxistin kesên nêzî xwe yên AKP'yî kirin kar. Qeyûm daxwazên gel piştguh kirin. Gelê me jî di hilbijartinên heremî yên 31’ê Adarêde bersiveke baş da qeyûm û ew têk bir. Lê em tim bi gelê xwe bawer  bûn û gel jî baweriya me neşikand. Tiştê ku aîdê me bû me paşve girt.”   Qayûm şekir û çayî jî nehiştiye!   Nalan, di berdewamê de got di 8’ê Nîsanê de mazbatayên xwe girtine û bi lêv kir ku dema ketine şaredariyê bi talanê re rû bi rû mane û wiha berdewam kir: “Me bi encûmên xwe re mazbatayên xwe girtin û şaredariya xwe vekir. Ez wek hevşaredareke jin gelek bi kelecan û kêfxweş im ji ber ku ez ê ji gelê xwe re bixebitim. Gelê me em tenê nehişt û li gel me heta şaredariyê hat. Me bi tililî û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ şaredariya xwe vekir. Dema me şaredariya xwe vekir em bi talanê rû bir û man. Qeyûm li şaredariyê şekir û çayî jî nehiştiye. Me got dê mêvanê me gelê me bê, lê belê ne çay û ne jî  qedegên çay hebûn. Alavên di hindirê şaredariyê de hemû  dizî ne û tu tişt nehîştine. Alavên şaredariyê beriya 10 rojan derxistine û birine avahiya AKP’ê û berhemên kevn ên AKP’ê jî anîne şaredariyê.”   ‘Îktîdarê tim zor bikar anî’   Nalan, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku li hember vî tiştî şaş mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em bi vî tiştê re rû bi rû man em şaşmayî neman. Ji ber ku ev jî zihniyeteka AKP û dewletê ye. Zihniyeta qeyûmên AKP'ê ye. Em wek HDP dibêjin kesên ku bi sindoqan hatin dê bi sindoqan biçin. Lê belê îktîdara heyî tim berovajî wê tevgeriya. Îktîdarê tim zor bi kar anî.”   ‘Şaredarî bûye wek avahiya AKP’ê’   Nalan, di domandina axaftina xwe de got dema qayim hatiye tayînkirin welatî ji şaredariyê hatine dirxistin, alîgirên xwe yên AKP'yî li şaredariyê bi cih kirine û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de gel li  şaredariyên DBP'ê hebû. Lê belê piştî qeyûm gel jê hat derxistin û kesên alîgirê AKP’ê ne kirin kar. Di sê mehên dawî de qeyûmê di bin navê îşkurê de AKP'yî kirin kar û gelê me ji şaredariyê dûr xiswt. Mînak; Seroka Bazkê Jinan a AKP’ê Hatîce Doğan di şaredariyê de bi navê 'Maşeya Spî' maseyek ava kiriye. Lê belê me li ser wê lêkolîn kir û dît ku xebata paqijiyê xûya dike. Hatîce Dogan tu rojekê nehatiye şaredariyê û nexebitiye û meaşê xwe jî girtiye. Kesa din jî Endama Bazkê Jinan a AKP’ê Sabahat Tekîn e. Ew jî xebatkareke paqijiyê ye di fermiyetê de. Lê belê ew jî Pênûsa Taybet a Qeymaqemê Şemrexê ye. Em wek hevşaredar dibêjin ku ger ew wek xebatkarên paqiyê xûya dikin, dê xebata paqijiyê bikin. Şaredarî bûye wek avahiya AKP’ê. Li her derê AKP'yî hene û hatine bicihkirin.”   ‘Soz didim ku mafên jinan biparêzim’   Nalan, di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Çi ji destên me bê em ê ji bo gelê xwe bikin. Em ê tu carî dev jê bernadin. Ez ji vir bi taybetî soz didim jinan ku bila hemû mafên xwe biparêzin. Ez ê jî her tim li gel wan bim. Ez ê li her derê li gel gelê xwe bim.”