'Ev konferans ji bo me gaveke nû ye' 2019-04-12 17:59:23   MEXMÛR - 11'emîn Konfaransa Mecilisa Îştar li Wergiha Panaberan a Şehîd Rostam Cudî (Mexmur)  bi hemu kelacana xwe di roja 2'emîn de bedewam dike. Derbarê navaroka konfaransê de Endama Koordînasyona Mecilisa Îştar Nuran Sezgîn ji ajansa me re axivî.   Mecilisa Îştar ku ji 2 salan  carekê konfaransa xwe çêdike ev 2 roje 11'emîn konfaransa xwe ku daye destpêkirin didomîn e. Derbarê navaroka konfaransê de Endama Koordînasyona Mecilisa Îştar Nuran Sezgîn ji ajansa me re axivî û got: " Wê ev konfarans ji bo xebatên me bibe gavek nu. Ev di 2 roje konfaransa me bi coşek mezin didome.  Ez di serî de vê konfarnsê li Rêbertî Û hemu jina pîroz dikim."    Nûran di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di vê konfarnsê de nêzî 500 jinan cih digirin û xebatên jin tên gotîbêjkirin. Bi teybet mijara herî zêde ku em li ser radiwestin mijara perwerdê ye.  Ji ber pêwistiya me herî zêde bi perxwerdê heye.  Êm ê çawa pergala xwe ya perwerdê bi awayekî rêk pêk bidin meşandin di vê derbarê dê niqaşên xurt tên meşandin. Ji xwe me serê sibihê rewşa siyasî girt dest me piştî nivro rewşa xwe ya rêxistinî şîrove kir. Mêvan ji derve jî beşdarî konfaransê bubun.  Jinên wergihê jî tevli konferansê bûn.  Bi rastî mirov hêzek mezin ji nirxandinên wan digire.”    Nuren di dawiya axiftinê xwe de weha got: “ Careke din ez vê konfarandê li hemu jinan pîroz dikim û ez di wê bîr bawariyê de me ku em ê encamên baş ji vê konfaransê derbixin. Piştî konfaransê wê armanca me ya sereke azadiya Rêbertiyê be.  Ji ber me wek jin xwe bi ramanê Rêbertî nas kir.  Azadiya rêberiya me wê bibe xebata me ya despêkê.”