Ji bo welatiyên Îranê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin 2019-04-12 16:20:47   AMED - Rêxistinên Civaka Sîvîl ên Amedê bi pêşengtiya DTSO kampanya alîkariyê ji bo welatiyên Îranê yên ji ber lehiyê bi bondar bûn, dest pê kirin.    Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê bi pêşengtiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî (DTSO) a Amedê, ji bo welatiyên Îranê yên ji ber lehiya rabû bi bandor bûn, kampaya alîkariyê dest pê kir. DTSO ku bi Odeya Pişesazî û Bazirganî ya Ûrmiyê re ket nava têkiliyê, dê di çarçoveya pêdiviyên welatiyan de alîkarî kom bike.    Alîkarî Serokê Desteya Rêveber ê DTSP Erdal Avşar, derbarê kampanyayê de daxuyanî da û wiha got: “Ji ber lehiya li Îranê rabû, gelek welatî mexdûr bûne û me xwest em kampanyeya alîkariyê bidin dest pê kirin. Ji ber vê me dest bi kampanyayê kir. Li gorî agahiyên me ji Ûrmiye girtin, pêdivî bivan amûran hene; Betanî, amûrên hîjyenîk, paçên zarokan, sabûn û dermanê cilan hene. Emê alîkariyên werin li Avahiya Xizmetê ya Odeya Pişesazî û Bazirganî ya Amedê kom bikin û ji vir jî emê  bişînin qadên lêhî lê rabûn.”   Erdal ji bo kesên alîkarî bidin, xwest ku agahiyên berfireh ji DTSO’yê bigirin.