Polîsan destûr neda çalakiya rûniştinê 2019-04-12 15:50:27   WAN - Polîsan li Navçeya Artemêtanê destûr neda daxuyanî û çalakiya rûniştinê ya li dijî biryara YSK’ê ku mazbata hevşaredara Artemêtanê nadinê.    Desteya Bilind a Hilbijartinê bi hincet Hevşaredara Navçeya Artemêtanê ya Wanê bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbata nedanê. Hevşaredarên HDP’ê yên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayyigît û Medenî Ozer ji sedî 53,81 rêjeya dengan bi ser ketibûn. YSK’ê biryar da ku dê mazbata bidin namzetê partiya bûye duyemîn. Rêxistina HDP’ê ya Artemêtan û Hevşaredar Sayyigît û Ozer û komek HDP’î çûn ber avahiya Şaredariya Artemêtanê û xwestin biryara YSK’ê şermezar bikin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gellek kes beşdarî çalakiyê bûn. Hevşaredar Sayyigît dema daxuyanî da polîsan ew daf da û destûr neda daxuyaniyê.    Polîsan hinceta qedexeya walîtiyê nîşan da û diyar kirin ku ew ê destûrê nedin daxuyanî û çalakiya rûniştinê. Piştre HDP’yî ji ber avahiya şaredariyê veqetiyan.