Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-04-12 13:22:24   STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo biçin hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê jî serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe ji bo dikaribin biçin hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Mehmet Ocalan piştî 11’ê îlona 2016’an cara ewil di 12’ê çile de çû Îmraliyê û hevdîtinek kurt li gel Ocalan pêk anîbû.