Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê komek nû dewir girt 2019-04-12 10:38:19   MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 118'an de ji aliyê komek nû ve hat dewir girtin.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven hatî destpêkirin di roja 118'an de berdewam dike. Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a endama Koordînasyona Meclîsê Fadîle Tok jî di roja 83'emîn de bi biryardarî berdewam dike. Îro çalakiya bêdem û bidorveger ji aliyê komek nû ve hate dewir girtin.   Merîsama dewirgritinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 38’an bedevkê komê Harûn Kara axivî û wiha got: “ Em destpêkê tecrîda giran a li dijî Rêbertiya xwe bi awayekî tund şermezar dikin. Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin ku her kes dizane ev pêvajo pir girîng e ji bo gelê Kurd. Ji ber vê yekê divê di pêvajoya girîng de dewleta Tirk ji bo ku me ji Rêberê me bê agahî bihêle tecrîdeke girankirî daye destpêkirin. Ji bo ku em vê tecrîdê bişkinîn li Mexmûrê jî çalakiyek ya bêdem û bidorveger daye destpêkirin. Em dibêjin ku heta ev tecrîd neyê şkandin wê çalakiya me bi hemû hêza xwe berdewam bike.”   Harûn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dubare serkeftinê ji tevahî hevalên ku li her qadê ketine çalakiya greva birçîbûnê silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Wê serkeftin ya gelê Kurd be, wê çalakiya me bi hemû hêza xwe berdewam bike heta ku bigihe serkeftinê.”   Merasîm bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Zindanan’ bi dawî bû.