Girtiyê di greva birçîbûnê de:Em nakevin hûn jî bi me serbilind bin 2019-04-12 09:07:47   ŞIRNEX - Hacer Yîgît diyar kir ku kurê wê Zekî Yîgît 43 roj e di greva birçîbûnê de ye û di hevdîtina dawî ya telefonê de ji wan re gotiye: “Em nakevin, hûn jî moralê xwe baş bigirin, bi me serbilind bin. Kêm maye em bigihêjin serkeftinê.”   Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan ji aliyê girtiyan hat destpêkirin didome. Zekî Yîgît ê li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê ev 11 sal e girtiye, di roja 43’emîn a greva birçîbûnê de ye.   Hacer Yîgît destnîşan kir ku di hevdîtina dawî ya telefonê de moralê kurê wê gelek baş bûye û wiha pê de çû: “Di rojên borî de kurê min li me geriya. Got ew ne poşman in û moralên wan baş in. Roj bi roj bi moralê wan re hêviyên wan jî mezin dibin. Kurê min got ‘em nakevin, tu car dest ji greva xwe bernadin. Me qebûl kiriye, çi dibe bila bibe. Moralê we bila baş be. Bi me serbilind bin. Em çi dikin ji bo xwe û gelê xwe dikin.”   ‘Ez bi zarokên xwe serbilind im’   Hacerê bi lêv kir ku sê kurê wê ji malê dûr ketine û bi wan serê wê bilind e û ev tişt anî ziman: “Ez bi zarokên xwe serbilind im. Sê kurê min di vê rê de ne. Ez bi wan serbilind im. Kurekî min 43 roje di grevê de ye. Her kes dibêje xemgîn nebe. Ez bi zarokên xwe serbilind im. Ez bang li hemû kesî dikim. Bila ji bo girtiyan tiştekî bikin. Bila ji girtîgehan tabut dernekevin. Bila deng bidin wan.”   Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewlet ji wan baştir jî dizane ku ev doz naqede û got: “Em saetekê di odeyekê de dimînin em tengezar dibin. Ka wan bifikirin. Li ser wan zext hene, di grevê de ne, zextên li ser wan derket du qatî. Divê ev demildest çareser bibe. Divê daxwazên wan bên cih.”