5 bira bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne 2019-04-12 09:06:08   Zeynep Durgut   WAN- 5 birayên hev li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Dayika wan Şermîn Ertunç diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza zarokên xwe be û got ku divê hikûmet tecrîdê bi dawî bike, mirinan bide sekinandin.    5 birayên hev li girtîgehên cuda cuda li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Li girtîgehê 5 birayên hev Firat (31), Mûrat (30), Alî (25), Recep (24) û Ferhat Ertûnç (20) li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  di greva birçîbûnê de ne. Firat Ertûnç 95 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Mûrat û Recep jî 41 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê û Alî û Ferhat  jî 36 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ne. Dayika wan Şermîn Ertunç diyar kir ku daxwaza kurên wê daxwazeke meşrû ye û got ku ew li pey doza zarokên xwe ye.    'Ji bo ku zilm bi dawî bibe bedena xwe kirine mertal’   Şermînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî grevên birçîbûnê kir  û wiha axivî;” 5 zarokên min bê suc hatine girtin û niha di zindanê de ne. Ev her 5 zarokên min bi heman daxwazê niha di grevên birçîbûnê de ne. Tecrît ne tenê di girtîgehan de heye, li ser tevahiya gelê kurd tecrît heye. Kîjan wîjdan vê qebûl dike? Min 5 zarok hene, her 5 ji girtîne. Zilm li ser serê kurdan heye. Ji bo ku ev zilme bi dawî bibe, van mirovan bedena xwe ji mirinê re kiriye mertal. Daxwaziyên wan mafdarin û cih de ne.”    ‘Heta ku hikûmet gav neavêje ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin’   Şermînê anî ziman ku bêdengiya hikûmetê pêşiya mirinan vedike û wiha got:” Niha 5 zarokên min di greva birçîbûnê de ne. Ev 3 sale ez neçûme serdana kurên xwe yên  li girtîgeha Tekîrdagê. Ez çûm hevdîtina Firat rewşa wî nebaş bû. Lê ji min re  got ’Dayê ez pir baş im, heta ku dilopek xwînê laşê me de bimîne, em ê li pey doza xwe bin,heta ku hikûmet gavekê neavêje em ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Hûn jî li  ber xwe bidin’ digot. Ez heta dawiyê li pey doza zarokên xwe me. Niha li girtîgehan  bi hezaran zarokên min hene. Li ser serê me zilm heye. Ji ber çi ev zilm heye? Ji ber ku em kurd in. Em mafên xwe dixwazîn.”   ‘Tecrîdê rakin mirinê bidin sekinandin’    Şermînê bang li hikûmetê kir ku gavê biavêje û wiha axftina xwe bi dawî kir;” Em dixwazîn ev tecrîda li ser Gelê Kurd bi dawî bibe. Em ne rehetîn. Em di malê de nikarîn xwarînÊ bixwîn. Zarokên min di greva birçîbûnê de ne ez ê çawa  xwarinê bixwim? Heta niha li girtîgehan  8 ciwanan çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Xwedê vê qebûl nake. Bi taybetî banga min ji  dayikan re, bila rabin ser piyan qebûl nekin ku zaroên wan bimirin. Ez bang li hikûmetê dikim kudawî li bêdengiya xwe bîne, tecrîdê rake mirinê bide sekinandin.”