11'emîn Konferansa Îştar li Mexmûrê didome 2019-04-11 17:18:17   MEXMÛR - Îro di seatên sere sibihê de 11'emîn Konfaransa Mecilisa Îştar li Wargiha Penaberan a Şehîd Rostem Cudî (Maxmurê) dest pê kir. Jinên ku tevli konferansê bûn nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin.   Mecilisa Îştar ku ji 2 salan carekê Konfaransa xwe li der dixe îro di seatên sere sibihê de 11'emîn Konfaransa xwe li Warigiha Penaberan a Şehîd Rosyem Cudî da destpêkirin. dest pê kir.  jinên ku beşdarî konfaransê bûn ji ajansa me re axivîn.   Jina bi navê Rihan Bekta ku nêrîna xwe parvekir wiha got. “ Di pêvejoyek wiha de lidarxistina konfaransek bi vî rengî  pir girineg e.  Ez hêvidar im ku ev konferans bibe konfaransa aştî û wekheviyê. Bi teybet ez vê konfaransê li mîmarê azadiyê Rêber Apo û hevalên zindan pêşenga berxwedana greva birçîbûnê hevala Leyle Guven, Nasir Yagiz û Fadîle Tok pîroz dikim. Di vê konfaransê de li ser kar û xebatên jinên wergihê niqaş hatin kirin. Ji ber ku bi her awayî xebatên jinan li vê derê tên meşandin pêwiste ku em xebatên xwe bi nirxinin, ji bo em bikaribin hin gavên baştir bavêjin."    Jina ciwan a bi navê Mariye Bozan jî ku axivî ev tişt got: “ Di serî de ez vê konfarnsê li Rêbertî hemu hevalên ku niha di çalekiyan de ne jinên kurd û bi teybet li jinên wergihê pîroz dikim. Lidarxistina vê konferansê ji bo min gelek bi wate ye ji ber ku em wek Gelê Kurd di pêvejoyek girîng re derbas dibin.  Bi teybet tecirîdeke girankirî li ser Rêbertiya me tê meşandin. Lidarxistina vê konferansê  ya di vê demê de valaderxistina planên qirêj e. Bi minasebeta salvegera Dayika Uvêş ez wê bi bîr tînim. Em di vê konferansa tê lidarxistgin de pêvajoya tê re derbas dibin digirin dest û dinirxînin.  Di vê konferansê de em pêşektinên xwe yên du salan dinirxînin û em ê li gorî wê ji bo pêşerojê plansaziya xwe bikin. Ez vê konferansê li hemû jinan pîroz dikim."