Biryara YSK’yê bi çalakiya runiştinê hat şermezarkirin 2019-04-11 15:45:06   ERZIROM - YSK’ê biryar da ku mazbatayên kesên bi KHK’ê hatine îxrackirin û hatine hilbijartin, nede. Li navçeya Tekmanê ev biryar bi çalakiya runiştinê li ber avahiya şaredariyê hat şermezarkirin.    Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) der barê namzetên ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatine derxistin û di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê Adarê de hatine hilbijartin, biryareke sosret da.YSK’ê biryar da ku mazbatayên kesên bi KHK’ê hatine îxrackirin û hatine hilbijartin, nede. YSK’ê ragihand ku dê li şûna van kesan, mazbatayan bidin kesên di hilbijartinê de duyemîn hatine. Li navçeya Tekmanê bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê yê Muşê Mensur İşik,  Hevşaredarên HDP’ê yên navçeyê Muzahit Karakuş û hevserokên DBP’ê, HDP’ê li ber avahiya şaredariyê bi çalakiya runiştinê ev biryara YSK’yê şermezar kir.    Destpêka çalakiyê de parlementerê HDP’ê yê Muşê Mensur İşik axivî. Mensur destnîşanî biryara YSK’ê kir û wiha axivî;”Bi destê AKP’ê şaredariyên ku me qezenc kirîn, bi biryara YSK’yê hatine desteserkirin. Ev biryar ne wijdanî, ne jî ehlaqî ye. YSK’ê bi vê biryarê navê xwe li dîroka Tirkiyeyê nivîsand. Ger wisa be wê demê demokrasi û hilbijartinan rakin. Demokrasiya Tirkiyeyê wenda kir, gelê me qezenc kir.”   Piştî daxuyaniyê girse li ber avahiya şaredariyê dest bi çalakiya runiştinê kir. Çalakiya runiştinê bi çepikan bi dawî bû.