Nameyên ji bo Zulkuf Gezen hatine dê bikin pirtûk 2019-04-11 14:01:43   AMED - Malbata Zulkuf Gezen, dê nameyên ku ji hevalên Zulkuf hatine kom bikin û bikin pirtûk.    Girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ku di 17'ê Adarê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Zulkuf li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayik bû. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di temenê biçûk de bi zextan re rû bi rû ma. Zulkuf 3 salan hat darizandin û 104 sal ceza lê hat birîn. Di 2012’yan de jî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tev li çalakiya greva birçîbûne bû û 65 rojan di grevê de ma. Herî dawî beriya çalakiya xwe ya li ser israr e, zêde ji bo piştgiriya Leyla Guven 10 rojan ket greva birçîbûnê û ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hevalên wî yên girtî destûr nedan.    Zulkuf, her dem name dişand û piştî Zulkuf çalakî pek anî jî hevalên wî nameyên sersaxiyê ji malbatê reşand. Bavê Zulkuf Şeyhmûs Gezen destnîşan kir ku hê jî name tên û wê van nameyan kom bikin û bikin pirtûk.