Parêzerên Abdullah Ocalan cara 806’emîn serlêdan kirin 2019-04-11 13:04:51   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin cara 806’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Cengîz Çîçek, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Newroz Uysal ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 806’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin li gel Ocalan hevdîtinê pêk bînin.