Şaredariya Baglarê hat dorpêçkirin: Gel dest bi çalakiya rûniştinê kir 2019-04-11 12:49:46   AMED - Gelek kesên ku bertek nîşanî biryara YSK'ê dan li ber Şaredariya Baglarê hatin gel hev. Destûr nehat dayîn ku li ber şaredariyê daxuyanî bê dayîn, parlamenterên HDP'ê, hevserokên wê û endamên Meclisa HDP'ê li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Duh piştî daxuyaniya YSK'ê ku got di bedêla kesên  di hilbijartinan de bi ser ketin û mexdûrên KHK'ê ne wê kesên ku di dora duyem de bi ser ketin mazbatayan şaredariyan bigirin, HDP'ê jî daxuyandibû ku ew ê li ber şaredariya Baglarê ku hevşaredarê wê mexdûrê KHK'ê ye daxuyaniyê bide çapemeniyê. Welatiyên ku xwestin li ber şaredariyê kom bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.  Rêveberên HDP'ê demek dirêj bi polîsên ku welatî asteng kirin re ketin niqaşê û ji ber şaredariyê venqetiyan.Polîsên ku welatî bi mertalan daf dan û kesên ku hevşaredar û rêveberên HDP'ê bûn jî negrtin baxçeyê şaredariyê û şaredarî dorpêç kirin.    Bendemayîna li ber şaredariyê berdewam dike û beşke ji kesên xwestin bikevin baxçeyê şaredariyê li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Welatiyaên ku dest bi çalakiya rûniştîên kirin dirûşmên "Şaredarî ya me ye, wê ya me bimîne", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin.