Gulîstan Kiliç Koçyîgît: YSK'ya ku îradeya gel xesp dike ne meşrû ye 2019-04-11 11:34:10   ENQERE - Gulîstan Kiliç Koçyîgît a HDP'yî biryara YSK'ê ya nedayîna mazbatayên hevşardarên ku mexdûrên KHK'ê ne wekî "Hiqûqa mêtingeriyê" bi nav kir û wiha got: "Saziya ku namzedî teqez kir û navê wan li pusulaya namzedan nivîsî heman YSK ye. YSK hiqûqa xwe û biryarên ku digire ji nedîtî ve tê. YSK'ê jî îmze avêt binê bê rêtiyê."    Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryara xwe ya derbarê hevşaredarên ku hatin hilbijartin û bi hinceta ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin îxrackir de aşkera kir. YSK'ya ku namzediya mexdûrên KHK'ê şaş nedît û erê kir, piştî ku ev namzedên mexdûrên KHK'ê bi ser ketin û hevşaredar hatin hilbijartin biryar da ku mazbatayên wan neyên dayîn.  Li cihê ku ev namzed bi ser ketin ew ê mazbatayên wan ji kesên di rêza duyemîn re bê dayîn.    4 Hevşaredar KHK'yî ne   Namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê baglarê Zeyyat Ceylan ku bi dengên gelek zêde hat hilbijartin di dema mamostatî dikir de bi KHK'ê ji ser karê xwe hatibû îrxracêkirin.  Dîsa Yilmaz Berkî yê ku  li Tuşbayê bi ser ket ku dema mamoste bû  bi KHK'ê ji ser karê xwe hat îxrackirin,  li Artemêtê Gulcan Kaçmaz Yîgît û li Ebaxê jî Leyla Atsak ku bi ser ket jî dîsa bi KHK'ê ji ser kar hatibûn îxrackirin.    Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku ew jî bi KHK'ê ji ser karê xwe hat îxrackirin bertek nîşanî biryara YSK'ê da.    'YSK' mîmze avêt bin bêrêtiyên tên kirin'   Gulîstan got ku ev biryar îspata tê wateya ku li gelek cihan operasyonên AKP'ê yên hilbijartinê berdewam dikin û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê bi guhertina cihên hilbijêran, qeydkirina wan û bikaranîna hemû derfetên dewletê AKP'ê kampanyayek bi bêrêtiyên hatin kirin tijî ya hilbijartinê da meşandin.  Bi vê rêbazê AKP li gelek cihan jî bi ser ket. Li gelek cihan li binê van bêrêtiyên ku hatin kirin îmzeya YSK'ê jî heye. YSK'ê tu îtîrazên ku ji aliyê HDP'ê ve hatin kirin qebûl nekir."   'Ya ku navê mexdûrên KHK'ê li pusulayan nivîsand YSK bû'   Gulîstan got ku tişta AKP pê re negihaşt di sendoqande bike bi rêya YSK'ê pêk anî, ev tê wateya xespkirin û wiha berdewam kir: "Ji bo van hemû kar û barê hilbijartinê YSK  saziya berpirs e. Saziya ku namzedî teqez kir û navê wan li pusulaya namzedan nivîsî heman YSK ye. YSK hiqûqa xwe û biryarên ku digire ji nedîtî ve tê. YSK'ê jî îmze avêt binê bê rêtiyê."