11’emîn Konferansa Meclîsa Îştar dest pê kir 2019-04-11 11:32:53   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Konfaransa Meclîsa Îştar dest pê kir.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  11'emîn Konfaransa Meclîsa Îştar dest pê kir. Konferans bi beşdarbûna 450 delegeyan û bi dirûşma " Sonda me ye em ê Pergala Îmralî bişkênin û bî Rêber Apo re azad bijîn" dest pê kir. Berî konferans dest pê bike ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.    ‘Rêber Apo jin ji xewa 5000 salan şiyar kir’   Axaftina vekirina konfaransê ji aliyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Sebriye Îşlek ve hat kirin û got: “Di destpêkê de 11 konfaransa Meclîsa Îştar em pîroz dikin.  Ev  konfrans di pêvajoyek gelek zor û zehmet de hat li darxistin. Bi taybet Rêber Apo ew fikir û felseya ku daye me pêwist e em baş nas bikin. Rêber Apo jin ji xewa 5000 salan şiyar kir.”   ‘Çalakîya ku Leyla Guven dayî destpêkirin li hemû cîhanê belav bûye’   Sebriye di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana çalakiyên grevên birçîbûnê û wiha axaftina xwe berdewam kir: " Bi biryara çalakiya ku Leyla Guven dayî destpêkirin têkoşînekê dest pê kir û ev li hemû cîhanê belav bûye. Ji bo em Serokê xwe azad bikin em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji bo wê divê em ji bîr nekin bi berxwedana Leylayan, niha bi hezaran kes di nava 4 dîwaran de bi biryardarî çalakiyên xwe berdewam dikin. Niha endama kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîla jî êdî pêvajo xwend û got dîvê em tevlî bibin û ket grevê yê ku ji vê wargehê pêşengtî kiri jin e û mirov dikare bêje yê ku Rêbertî fam kir jin e."   ‘Dem dema berxwedanê ye’   Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Sebriye Îşlek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ev konfaransa ku em li dar dixin pêwist e em xwe baş bi rêxistin bikin û em ê ji bo gelê xwe yê Wargehê bibin bersiv. Dema ku jin xwe bi rêxistin bike wê xebatên giştî ji bi rêxistin bibe. Kengî me sîstema xwe ya komîn ava kir em dikarin bêjin me sîstema xwe ya Netewa Demoqratîk li Wargeha Mexmûrê ava kiriye. Ji bo avakirina sistemê komîn girîng e. Ev konfarans ji bo me gelek girîng e divê em bi ruhe çalakvanên xwe erk û berpirsiyariya ku dikeve li ser milê me pêk bînin. Dem dema berxwedanê ye. Di dawiyê de em dibêjin em konfaransa 11’emîn ya Meclîsa Îştar di serî de em diyarî Leyla Guven û di heman demê  şehîdên xwe û gelê xweyê Wargehê dikin."   Piştî axaftina vekirinê di rezê de perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên ku li ser jinê hatiye nivîsin hat xwendin, piştre raporên 2 salan yên xebatên ku hatine meşandin hat xwendin, her wiha rewşa siyasî û rêxistinî hat nîqaşkirin.   Hêjayî gotinê ye ku wê 11’emîn Konfaransa Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê 3 rojan berdewam bike.