Hevşaredarên Wanê mazbatayên xwe stendin 2019-04-10 16:36:23   WAN - Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mazbatayên hevşaredarên HDP’ê yên Bajarê Mezin a Wanê dan.    Hevşaredarên HDP’ê yên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Mûstafa Avci, hevserokên HDP, DBP’ê yên Bajêr, parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan û bi sedan welatî çûn avahiya YSK’ê û mazbataya şaredariyê wergirtin. Li pêşiya avahiya YSK’ê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe daxuyanî da û bang li hikûmet û YSK’ê kir ku rêzê ji encamên hilbijartinê re bigirin.    Hevşaredarên Artêmetan û Tûşbayê ku ji bo mazbataya xwe bigrin çûn YSK’ê lê bi hinceta astengiya Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) de mazbata nehate dayîn.