Piştî 6 salan li cihê Berkîn Elvan lê hat kuştin keşf hat kirin 2019-04-10 14:55:21   STENBOL - Piştî 6 salan, cara yekemîn li cihê Berkîn Elvan ê bi guleya gazê ya polîsan hat birîndarkirin û piştî 269 rojan li nexweşxanê hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da, keşf hat kirin   Beriya 6 salan di dema çalakiyên Parka Geziyê de Berkîn Elvan hat qetilkirin. 6 sal in doza di derbarê kujerên Elvan de didome û herî dawî dadgehê di 10'ê Nîsanê de biryar da ku li cihê bûyerê lêkolîn were kirin. Lewre berbanga sibê polîsan  cihê bûyerê dorpêç kirin û dest bi lêkolînê kirin. Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan, parezerên malbatê, parlamentera CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, şahîdê bûyerê Denîz Tarlak û gelek kesên din hatin cihê bûyerê. Polîsan tenê parêzer û dayika Berkîn hiştin ku bên cihê bûyerê. Lêkolînê seatekê dom kir û li cihê bûyerê dîmen û wêne hatin kêşandin.    Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan diyar kir ku 6 sal in ev doz didome û hewl didin ku kesên din nemire.    Elvan kuştina Mûhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi bîr xist, ku panzer ketibû mala wan û pê li her du birayan kiribû û got, "Weke ku hûn jî zanin di wê bûyerê de panzer weke sûcdar hatibû nîşandan, ne polîs. Dibe ku sibe dusib, vê carê çek an jî fîşeka gazê sûcdar bê dîtin."