Li Serê Kaniyê jinek hat kuştin 2019-04-10 13:38:08   RIHA - Li Serê Kaniyê, jina binavê Ozge Y. ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.   Zilamê bi navê M.Y. ê li Taxa Cumhûriyetê ya navçeya Serê Kaniyê ya Riha dijî, duh bi şev hevjîna xwe Ozge Y. bi çekê kuşt. M.Y. ê hevjîna xwe kuşt, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û cenazeyê Ozge Y. jî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.