'Jinên Filîstînî hêz û îlhamê ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê digirin' 2019-04-10 09:02:58   Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Koordinasyona Kongreya Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Muna Yûsif Rewşa jinên Filestînê û bandora Şoreşa Rojava ya li ser kesayeta wan nirxand . Munayê got: "Jinên Filestînê hêz û îlhamê ji Şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê digirin."   Muna Yûsif jinek ji Filestînê ye û 45 salî ye. Ji ber rewşa dagirkirina Filîstînê ya ji aliyê Îsraîlê malbata Muna di sala 1970'an de berê xwe didin bajarê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê. Munayê li Serêkaniyê çavê xwe li cîhanê vekir her wiha li dibistana Emel El–Xasa dest bi xwendina xwe kir. Li Zanîngeha Helebê beşa Zanyariya Xwezayê dixwîne. Piştî qedandina xwendinê vedigere Serêkaniyê.   'Dewletê mafê gelan binpê dikir'   Munayê behsa zehmetiyên ku li Sûriyeyê jiyaye kir û got: "Dewleta Sûriyeyê ya ku tenê yekrengî di nava xwe de qebûl dike, her zilim li gel dikir. Dewletê mafê gelan binpê dikir. Ez wekî jinek Ereb bi eslê xwe Filestînî me, Rêjîmê mafê min ê xwezayî yê jiyana li Sûriyeyê neda. Ji ber ku dewleta Sûriyê nasname pêşkêşî min nekir û ez wekî jineke Filestînî qebûl nedikirim. Di heman demê de qedexe bû ku ez di saziyên dewletê de kar bikim. Rejîma Sûriyeyê dixwest hemû kes kole bin."   'Min hebûna xwe di Şoreşa Rojava de dît'   Munayê diyar kir ku Şoreşa Rojava hebûn û hêviya hemû jinan e û wiha domand: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê a ku li ser bingeha Netewa Demokratîk hate avakirin, ku li dijî sîstema yek al e û pirengiyê hembêz dike, hêvî û bawerî di dilê her jinekê de da avakirin. Bi taybet di rêxistinkirina jinan û avakirina saziyên xweser ên wekî Kongreya Star. Jinên Filîstînî hêz û îlhamê ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê digirin. Di sala 2014’an de  ez tevlî rêxistina jinê ya Kongreya Star bûm, ez pir bi şans im ku ez di vê xebatê de cih digirim û sozdara pêşketina vî karî me."   'Ji bo azadiya jinên Filîstînî, pêwîstî bi naskirina fikrê Rêber Apo heye'   Munayê bal kişand ser rewşa jinên Filîstînî ku heta roja îro têkoşîn li hember dagirkeriya axa xwe didin meşandin û got: "Jina Filîstînî wek jina Kurd têkoşîn, fedekarî û berxwedana xwe tê naskirin, lê pêwistiya jinên Filestînî heye ku li ser fikirekî xwe bi rêxistin bikin mîna fikirê Rêber Apo. Her wiha azadiya jinê esas bigirin ta ku bikaribin civakek azad û wekhev bidin avakirin."   'Rêber Apo rêberekî Netewî ye'   Munayê di sala 2019’an de kar û xebatê xwe wekî Endama Koordînisyona Kongreya Star dewam kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo ku şoreşa Filîstînê bi ser bikeve pêwistî bi naskirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan heye. Şoreşa ku bingeha wê ne xurt be ew şoreş dê têk biçe, lewma bangewaziya naskirina fikirê Rêber Apo ji Jinên Filîstînê bi taybet dikim û dibêjim Rêber Abdullah Ocalan nas bikin."