Malbatên girtiyan serbest hatin berdan 2019-04-09 17:20:43   KOCAELÎ - Malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê dest bi çalakiya nobetê kirin hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.    Girtiyên siyasî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin girtiyan li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê dest bi nobetê kirin. Polîsan derdora malbatan dorpêç kir û piştre malbatên girtiyan binçavkir û di maşîneyên polîsan de rawestandin. Piştî demek malbatên girtiyan serbest hatin berdan. Li ser navê malbatên girtiyan Sultan Bozkurt axivî û diyar kir ku dê carek din li ber girtîgehê çalakiya xwe bidomînin.