Hevşaredarên Pirsûsê mazbata xwe wergirtin 2019-04-09 16:45:00   RIHA - Hevşaredarên Pirsûsê Hatîce Çevîk û Abdullah Polat mazbata xwe wergirtin. Hevşaredaran got piştî ew bariyerên ber şaredariyê rakin dê pişt re bi gel re biçin şaredariyê.    Hevşaredarên HDP’î yên Pirsûsê Hatîce Çevîk û Abdullah Polat û endamên meclîsa şaredariyê yên ji sedî 59,36 bi ser ketin mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar, endamên meclîsê û rêveberên HDP’ê û gellek kesên li avahiya HDP’ê kom bûn meşiyan heta Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê.    Hevşaredar di nava kêfxweşiya welatiyan de çûn lîjneya hilbijartinê û mazbata xwe wergirtin. Hevşaredaran piştî wergirtina mazbata çûn ber avahiya şaredariyê ya bi bariyerên beton hatiye dorpêçkirin. Girse pişt re derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê bûn û hevşaredaran serdanên xwe qebûl kirin. Hevşaredaran da zanîn ku ji bo bariyerên li ber şaredariyê bên rakirin dê bikevin nava hewldanan û piştî bariyer bên rakirin dê bi gel re biçin avahiya şaredariyê û dewir bigirin.