Hevşaredarên Amedê ji bo mazbatayên xwe serî li Lijneya Hilbijartinê ya Amedê dan 2019-04-09 12:27:58   AMED - Hevşaredarên HDP’î yên Bajarê Mezin û 4 navçeyên navendî yên Amedê ji bo mazbata bistînin îro serî li Lijneya Hilbijartinê ya Amedê dan. Beriya serlêdanê polîsan avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kirin.     Hevşaredarên HDP'î yên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, hevşaredarên Yenişehirê Belgîn Diken û Îbrahim Çîçek, yên Peyasê Necati Pîrînççîoglu û Keziban Yilmaz, yên Rezan Zeyyat Ceylan û Zubeyde Zumrut, yên Sûrê Fîlîz Buluttekin û Cemal Ozdemir, li gel endamên meclîsê ji bo mazbata xwe bistînin îro serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar dan. Piştî daxwazname dan lijneyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Beriya Hevşaredarên HDP’î biçin mazbata xwe bistînin, polîsan avahiya HDP'ê ya Amedê ku ji 20'ê Mijdara 2018’an ve dorpêç kiriye, nobetê digirin, dîsa bi sedan polîs li gem 6 TOMA û maşîneyên zirxî li ber avahiya HDP'ê kom bûn û avahî dorpêç kirin. Rêya li pêş avahiyê li trafîkê girtin. Li aliyê din polîsan avahiya Lijneya Hilbijartinê ya Bajar ku li navçeya Peyasê ye jî dorpêç kir.    'Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin'   Selçuk Mizrakli yê ku daxuyanî da wiha got:"Gel dixwaze hevserokên ku hilbijartine dest bi peywirê bikin. Lê me hîn mazbataya xwe negirtiye. Bi hincetan mazbatayên me ji me direvînin. Çavên herkesî li Stenbolê ye lê li herêma me jî bêhiqûqiyek mezin pêk tê. Li Stenbolê deng ji nû de tê jimartin lê li Melezgirê tenê bi 3 dengan AKP bi ser ket lê îtiraza HDP'ê hat redkirin. YSK di nava xwe de dubendiyê dijî. Em jî îro hatin vir ji bo ku em mazbataya xwe bigirin. Ji bo em mazbataya xwe bigirin çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin."   Gel piştgirî bi çepikan da axaftina Selçûk.