Li Girtîgeha Patnosê girtiyekî qeyrana dil derbas kir 2019-04-09 12:01:44   AGIRÎ - Hat hînbûn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê girtiyê bi navê Hanifi Yalçinkaya hefteya borî qeyrana dil derbas kiriye. Hat ragihandin ku Hanifî li Wanê hatiye emeliyatkirin û niha rewşa wî baş e.    Hat hînbûn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê girtiyê bi navê Hanifi Yalçinkaya hefteya borî qeyrana dil derbas kiriye. Ji aliyê malabata Hanifî ve hat ragihandin ku Hanifî li Wanê hatiye emeliyatkirin û niha rewşa wî baş e. Her wiha malbatê ragihand ku tevî ku îdareya girtîgehê dizane Hanifi nexweşê dil e dîsa jî nedihat muayenekirin. Di vî warî de jî tedbîrek nedihat girtin.    Malbata Hanifî da zanîn ku gelek girtî di rewşek ne baş de ye û îdareya girtîgehê vê yekê piştguh dike û wiha got:"Li girtîgehê gelek girtiyên ku temenê mezin hene. Hinek tansiyonê wan zêde ne, hinek bi nexweşiya şekir in, hinek bi nexweşiya dil in. Girtiyên di greva birçîbûnê de ne tenê ji hefteyekê carekê yan jî ji du hefteyan carekê girtiyan muayene dike. Lê ev ne muayeneya bi rêk û pêk e. Dema bavê min qeyrana dil derbas kiriye dîsa mudaxaleya yekem hevalên wî kirine. Piştre dema ku hatiye famkirin ku rewşa wî xirab e loma ew bi ambulansê rakirine Nexweşxaneya Wanê. Bavê min anjû kirin. Niha rewşa wî baş e. Piştî tedawiyê ew ê wî dîsa bînin Patnosê."