Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Li hemberî daxwazên girtiyan gavan bavêjin 2019-04-08 15:35:59   WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û diyar kir ku ger mirin pêş bikeve berpirsiyarê vê yekê hikûmet e. Platformê bang li hikûmet û civakê kir û xwest li hemberî daxwazên girtiyan gavan bavêjin û hestiyar tev bigerin.    Platforma Demokrasiyê ya Wanê ku TUHAYDER, KESK, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di navde; ji 26 rêxistinen demokratîk pêk tê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya  greva birçîbûnê li Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê platformê Serokê Şaxa Yapi Yol Senê yê Wanê Îbrahim Çelik daxuyanî da.  Îbrahim, diyar kir ku li hemû girtîgehên Tirkiye bi hezaran girtî li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê de ne. Birez Leyla Guven, li dijî tecrîdkiina Birêz Abdullah Ocalan 152 rojin di grevê de ye û dixwaze mafê wî yê zagonî u hiqûqî bê parastin. Ji 1'ê Adara 2019'an û şûnde nêzî 5-6 hezar girtiyên siyasî li dijî tecrîdê ketine grevê. Daxwaza tevan ewe ku tecrîd bi dawî bibe û malbat û parêzer biçin İmraliyê hevdîtin bikin.     Îbrahim , da zanin ku kesên ketine greva birçîbûnê hatine sînorê krîtîk û wiha lê zêde kir: “Heta niha 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Xwestin daxwaza wan pêk bê. Lê hikûmetê heta niha gav neavêtiye. Ji ber mirina van kesan em bi fikar in. Em carek din dubare dikin ku ji bo hemû girtîgeh rabin emê heta dawî têbikoşin. Ger ku mirinek pêk bê di serî de hikûmet û hemû kesên li hemberî van daxwazan berpirsiyariyê nadin ser xwe berpirsiyarê vê yekê ne. Bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Ji bo ku kes jiyana xwe ji dest nedin, divê hemû civak û cemawerî bi hevre denge xwe bilind bikin. Ger ku îktîdar bêdeng bimîne jî divê civak û mirov bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Em bang li hemû cemaweriyê dikin kû hestiyar tev bigerin. "