Dayika girtî Sabahat: Li dijî vê biryarê bêdengî mirinê tîne 2019-04-08 09:09:52   STENBOL - Yorgun Bektaşoglu li girtîgeha Akhîsar a Manîsayê ev 83 roje di grevê de ye û dayika wî Sabahat Tuncel wiha got: "Girtî wê dest ji greva xwe bernedin. Li dijî vê biryarbûnê ev bêdengî wê mirinê bîne. Divê demildest daxwaz bên bihîstin, tecrîd bi dawî be."   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 152’emîn de didome. Çalakiya koma ewil a li girtîgehan dest pê kir jî di roja 114’an de ye û ji 1’ê Adarê şûnde bi hezaran girtî tevlî grevê bûn.   ‘Li girtîgehan deng bidin tiştên tên jiyîn’   Yorgun Bektaşoglu yê li girtîgeha Akhîsar a Manîsayê girtiye 83 roje di grevê de ye. Yorgun ku 7 sale di girtîgehê de ye, piştî girtîgehên Tîpa T ya Erzirom û Tîpa T ya Sîlîvriyê surgunê Manîsayê hat kirin. Dayika wî Sabahat Tuncel wiha got: “Kes girtiyan fêm nake. Bila bibihîzin û fêm bikin. Ez li ser navê hemû dayikan diaxivim. Niha li girtîgehan pirsgirêkên mezin hene. Jiyana ciwanan di xetereyê de ye. Em dixwazin demildest çareserî pêk bê. Em dixwazin tecrîd rabe. Tecrîd niha li ser hemû gelan pêk tê. Bila kes vê ji nedîtî ve neyê. Yekane daxwaza me aştî ye.”   ‘Ez wek dayikekê nikarim bisekinim’   Sabahatê daxuyakirin ku ew wek dayikekê gelek xemgîn dibe û bi şev nikare razê û ev tişt anî ziman: “Em gelek xemgîn in. Ez heta sibehê li malê digerim. Ez nikarim razêm. Xew li min heram bûye. Em dixwazin li vî welatî her kes azad be. Tirk, Kurd, Laz û Çerkez ferq nake. Berxwedana Leylayê 5 mehe didome. Wê kengî me bibînin.”   ‘Kes dest ji berxwedanê bernade’   Sabahatê destnîşan kir ku di meha Çile de bi kurê xwe re hevdîtin kiriye lê kurê wê negotiye ketiye grevê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em diçûn hevdîtinan hinek xwarin îkram dikirin lê girtiyan tiştek nexwarin, ava fêkiyan vexwarin. Min fêm kir ku di grevê de ne. Piştre wan got ketine grevê. Ez bang li hemû dê û bavan dikim. Bila demildest dengê me bibihîzin. Bes e, bes e, bes e. Ev biryarbûna wan wê mirinan bîne. Kes dest ji berxwedana xwe bernade. Ev 3 mehe em xwarinê çênakin. Ji ber kurê min û hevalên xwe li wir birçîne. Min piştî grevê du caran kurê xwe dît. Moralê girtiyan pir baş bû. Hewl didin baş xuya bikin. Lê mirovên 80 roj in xwarin nexwarine wê çawa baş bin. Em bi fikar in. Ez ji hemû berxwedêrên zindanan re silavên xwe dişînim.”