Li Amedê teqîn pêk hat 2019-04-07 17:32:44   AMED - Li Baglara Amedê di teqîna ku li malekê pêk hat de kesek bi giranî birîdar bû.    Li taxa Yunus Emre li kuçeya 1007 ya navçeya Baglara Amedê li malekê teqîn pêk hat. Kesê/a ku li malê nav nehat zanîn giran birîdar e û rakirin nexweşxaneya Fakuteya Tipê ya Zanîgeha Dîcleyê.    Hat diyarkirin ku di encama teqînê de zerar li malê bûye û niştecihên taxê mudaxeleya ewil li şewata derket kirine. Tîmên agirkujê ku piştre hatin taxê şewata derket vemirandin.    Hat îdakirin ku teqîn ji be tûpê wesayitê yê li hundir derketiye li taxê jî bîhna gazê belav bûye û polîsan dora avahiyê dorpêç kirine.    Hat raginandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.