Li Stenbolê tecrîda li Îmraliyê hat şermezarkirin 2019-04-07 17:26:57   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li pêş Mizgefta Şîşlî daxuyanî da çapemeniyê û tecrîda li Îmraliyê şermezar kir. Hevserokê HDP'e yê Stenbolê Cengîz Çîçek, bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û got: "Yên duh hiqûq di destê wan de bû îro bûne muhtacê hiqûqê. Ji ber vê yekê li kîjan alî dibe bila bibe, ger ku li vî welatî hiqûq hebe, divê hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk bê."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, bi armanca tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bidin girtiyên di grevê de li pêş Mizgefta Şişlî daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girsê di daxunaniyê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Ewil xwişka Serhat Karsu yê di 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye Aynur Taş axivî. Aynûr, diyar kir ku ew dixwazin êdî dayik negirîn û wiha got: “Ji bo aştî pêş bikeve çi ji destê we tê bikin. Em naxwazin êdî mirov jiyana xwe ji dest bidin. Em bang li hevjîna Serokomar Erdowan Emine Erdogan dikin. Tu dayik e. Were dengê xwe tev li dengê me bike. Tu me fam bike."    'Em heta dawî li pişt zarokên xwe ne'   Dayika Ramazan Sebuktekin ê di 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye Fatma Sebuktekin jî axivî û wiha got: “Daxwaza kurê me daxwaza me ye. Zarokên me diyar dikin ku heta dawî wê li ber xwe bidin. Em jî heta dawî li pişt wan in."    Xwişka Yuksel Koç ê di 17'ê Kanûnê de li Starsbourgê ketiye grevê û 111 rojin di grevê de ye, Cahide Yildirim jî bang li Wezareta Dadê kir û got: "Em êdi westiyan. Em dibêjin edaletê pêk bînin. Demek berî demekê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin. Her roj li girtîgehan cenaze derdikevin. Em dayik in dilê me perçe dibe. Êdî bes e bila daxwazên gritiyan qebûl bikin."    'Ji bo her kesî hiqûq divê'   Hevserokê HDP'e yê Stenbolê Cengîz Çîçek, bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û got: "Yên duh hiqûq di destê wan de bû îro bûne mohtacê hiqûqê. Ji ber vê yekê li kîjan alî dibe bila bibe, ger ku li vî welatî hiqûq hebe, divê hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk bê. Bêdengiya rayedaran a li hemberî banga malbatan êdî nayê qebûlkirin. Em jî li pişt daxwazên malbatan in. Li vî welatî 5 mehin greva birçîbûnê heye. Tenê armancek greva birçîbûnê heye. Ew jî ewe ku tecrîd bi dawî bibe. Malbat û girtî dixwazin ku dewlet li gorî zagonên xwe tev bigere. Li Girtîgeha Îmraliyê bi salan e hiqûq nayê naskirin. Yên îro bedena xwe dane ber birçîbûnê dixwazin ev bê hiqûqî bli dawî bibe û dewlet li gorî zagon û hiqûqê tev bigerin û tecrîdê bi dawî bikin. Ev daxwaz daxwazên wekhevî, demokrasî û edaletê ne. Divê hemû hêzên demokrasiyê guh bidin van daxwazan. Li Tirkiye mafê ku ji bo hikûmetê tê nasîn çiye divê ji bo birêz Abdullah Ocalan ji bên nasîn. Têkoşîna me ya hiqûq, edalet û demokrasiyê wê bidome."