Li Koyê hat îdakirin ku jinekê xwe şewitandiye 2019-04-07 17:05:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Koyê ya Hewlêrê hat îdakirin ku dayîka çar zarokan xwe şewitand. Rewşa tendirustiya jina xwe şewitand xirabe.   Li navçeya Koyê ya bajarê Hewlêrê yê Herêma Federal a Kurdistanê hat îdakirin ku dayîka çar zarokan xwe şewitand. Rewşa tendirustiya jina xwe şewitand xirabe. Li gorî agahiyên rêveberê polîsên Koyê Elî Abdula dayî , duh bi şev jinek temenê wê 31 salî a nişteciha navçeya Koyê ya Hewlêrê xwe şewitandiye. Elî da zanîn ku jina xwe şewitand li nexweşxaneya Hewlêrê di bin çavdêriya bijîşkan  deye, lê rewşa wê giran e.   Hat îdakirin ku jina xwe şewitandiye ji ber ku wê û hevjînê xwe li hev nekiriye ev bûyer pêk aniye.