Dewreya perwerdê ya mamusteyên jin bi dawî bû 2019-04-07 16:16:57   KOBANÊ- Li gundê Tilêjbê yê Kantona Kobanê dewreya perwerdê ya mamosteyên jin ku di 20’ê Adarê de, hatibû destipêkirin  bi beşdarbûna berdevkên saziyên herêma Firatê, mamoste û malbatên mamûsteyan bi şahiyekê bi dawî bû.    Li akademiya Hizir û Bîrî ya KPCD'ê dwereya perwerdê ya 3'emîn a bi navê Şehîd Jiyan Tolhildan  ku di 20'ê Adarê de bi tevlibûn 40 mamoste yên jin û 7 dayikên wan ên ji Herêma Firatê (Girê Sipî, Eyîn Îsa, navça Çelelebî, navça Qinê û ji bajarê Kobanê)  ku beşadar bûbûn û li  gundê Tilêjbê destipêkiribû îro bi belavkirina bawername û şahiyekê bi dawîbû.    Dewreyên ku tên dayîn li ser bingehê ku mamûste ji bo demek nû baştir bikaribin xwe amede bikin û li gorî çanda civaka demokuratîk nifşekî mezin bikin xwe amede bikin tên dayîn. Di perwerdê de waneyên dîroka Kurdistanê, dîroka tevgera jinê, Jineolojî, çand û ehilaqê mamûstetî, girîngiya perwerdê, rejîma heqîqetê, hevjiyana Azad û hrw. hatin dayîn.    Di şahiya ku hat lidarxistin de helbest hatin xwendin û goveda resen a Kantona Kobanê û şano hate pêşkêşkirin.   'Perwerde bingehê jiyana rast e'   Di şahiyê de mamoste Aliya Hacî axivî û wiha got: "Di her demekê de ji bo em bikaribin jiyanek wekhev û rast bijîn em pêwîstî bi perwedeyên bîrdozî dibînin.  Ji bo em bikaribin bibin pêşengên civakek bi çanda demokratîk di serî de em mamosteyê xwe li ser felsefa Jineolojî perwede dikin ku em bikaribin nifşê rast ên pêşerojê bidin avakirin. Jiyan bi zanistê dikare bedew bibe û were jiyîn. Perwerde bingehê jiyana rast e."    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.