Stratejiya rêveberiya xwecihî ya HDP'ê: Şaredariyek gelparêz û zelal 2019-04-07 14:07:39   AMED - HDP'ê ji bo rêvebirina şaredariyên ku piştî hilbijartina 31'ê Adarê ya rêveberiyên xwecihî bi dest xistin stratejiya xwe diyar bike civîn li dar xist. Civîn bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî hat li darxistin û Sezaî diyar kir ku  ew ê şaredartiyek gelparêz û zelal bikin. Sezaî di berdewamiyê de wiha got: "Hûn ê bi gel re bibin yek, gel civakî bikin û civakeke siyasî ava bikin. Hunê yanî em ê vê bikin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo rêvebirina şaredariyên ku piştî hilbijartina 31'ê Adarê ya rêveberiyên xwecihî bi dest xistin stratejiya xwe diyar bike li Salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya Amedê  civîn li dar xist.  Civîna ku di pêşengiya Hevserokê HDP'ê Sezaî Temelî de hat lidarxistin, parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên ku hatin hilbijartin tevli bûn. Di destpêka civîna ku bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin de Sezaî Temellî axivî.  Sezaî encamên hilbijartina rêveberiyên xwecih nirxand.    'Tirkiyeyek ku tecrîd lê serwer e heye'   Sezaî di destpêka axaftina xwe de Hevseroka KCD'ê û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê di roja 151'emîn de di grva birçîbûnê de ye, girtiyên li girtîgehan û kesên li derve di grevê de ne silav kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez rêzdar Leyla Guven û bi hezaran girtiyên li dijî tecrîdê têdikoşin silav dikim. Hilbijartina 31'ê Adarê vînekê diyar dike. Dema em vê pêvajoyê digirin dest em dibînin ku têkoşînek mezin a demokrasiyê derketiye holê. Li aliyekî kampanya ku îktîdar dimeşîne heye. Li hemberî vê kampanya îktîdarê jî kampanya HDP'ê heye. Tirkiye bû şahidê 2 kampanyayan. Me di hilbijartina 31'ê Adarê de bi hevre 2 kampanya temaşe kirin. Em dit ku 2 kampanya hatin hemberî hev. Dema em li wêneyê piştî 5'ê Nîsana 2015'an ên 4 salên dawî dinerin em dibînin ku li Tirkiye wêneyê tecrîda mutlaq derdikeve pêşberî me. Ji roja mutabaxata Dolmabahçe hat xerakirin û heta niha bê edaletî, bê aramî, binpêkirina mafan zêde bûn, saziyên demokrasiyê hatin girtin û tasfiyekirin. Pêvajoya dijdemokratîk pêş ket. Îktîdarê di 4 salên dawî de polîtîkayên şer pêş xist û ferz kir. Hemû çavkaniya welat j bo şer tar û mar kirin. Di 4 salên dawî de Tirkiye ketiye nava bablîsoka krîzê. Ev bablîsok her ku diçe mezin dibe. Bloka AKP-MHP'ê li şûna ji encama hilibjartinê dersê derxe, di vê krîzê de iskar dike. Di pêvajoya hilbijartinê de em ji kontrola GBT'yan heta bajarên bûne garnizonan re bûn şahid. Em bûn şahidê berberî û perçekirina civakê. Em bûn şahidê pêşxistina gotinên nifrînê. Dijminantiya kurd kûr kir. Îktidar li şûna dersê derxe, hefteyek e di şaşiyên xwe de israr dike. Em carek din bang dikin û dixwazin li gorî hiqûq û zagonên xwe tev bigerin. Em dixwazin daxwazên rewa li ber çavan bigirin û dawî li tecridê bînin. Em naxwazin tu mirovên me li zindanan jiyana xwe ji dest bidin. Rawestandina van mirinan erka Wezareta Dadê ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku bi lez erka xwe pêk bîne."    'Divê li gorî qanûnê tevbigerin'   Sezaî, bang li rayedarên YSK'ê jî kir û xwest helwesta xwe ya li hemberî encamên hilbijartinan biguherîne û wiha berdewam kir: "Êm dixwazin YSK li gorî qanûn û hiqûqa Qanûna Bingehîn tev bigere. Saziyek Qanûna Bingehîn e. Divê edaleta hilbijartine li gorî zagonan pêk bîne. Li aliyekî bêyî ku îtîrazan li ber çavan bigere mazbatayan dide, li aliyê din îtîrazan li ber çavan nagire û red dike. Divê YSK li gorî erka qanûnan gavan bavêje. Di hilbijartina 31'ê adarê de stratejiya me hebû. Stratejiya ku hemû gelê me piştgiriyê dide hebû. Me ev stratejî serkeftî xist meriyetê. Gelê Kurd ji bo ev stratejî têkeve meriyetê erka xwe bi serkeftî pêk anîye. Ev stratejî destpeka gava demokratîkbûna Tirkiye ye. Ji bo demokratîkbûnê gavek mînak bû."     'Em ê bi hev re çareseriyê pêk bînin'   Temellî, herî dawî bal kişand ser rola HDP'ê û wiha bi dawî kir: "Feraseta me ya demokratîkbûna radikal, wê Komara Demokratîk ava bike. Ev wê bi rêveberiyên herêmî têkeve meriyetê. Bila şika kesî tune be. Ji ber ku HDP partiya çareseriyê ye. Hem di qada aborî de û hem di qada siyasî de çareseriyê pêş dixe. Di wateya siyasî de pirsgirêka Tirikye li vir bi teşe dibe. Em dê vîna hêzên herêmî esas bigirin û bi hev re çareserişê pêş bixin. Dema em hiqûqa meclîsê ava bikin em ê hemû hêzên herêmî esas bigirin. Em dê her tiştî bi gelê xwe re parve bikin. Em dê rêveberiyek zelal pêş bixin. Em dê hemû pirsgirêkên xwe bi hevre çareser bikin. Li pêş me enkazek heye. Pêvajoyek dijwar heye. Lê hêza me ya em vî enkazî rakin û çareser bikin heye. Ev hêz û wêrekî li cem me heye."