4'emîn Mihrecana Şano ya Şehîd Yekta Herkol bi dawî bû 2019-04-07 10:24:09   QAMIŞLO - 4‘emîn Mihrecana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol bi dirûşma " Dengvedana Efrînê" bi belavkirina xelatan bi dawî bû.   4'emîn mihrecana Şano ya Şehîd Yekta Herkol li ser rewşa bakur û rojhelatê Sûriyeyê ku 27'ê adarê bi dirûşma ' Dengvedana Efrînê' dest pê kirbû li navenda Çand û Hunerê ya Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo di 6'ê Nisanê de bi dawî bû. Di mihrecanê ku her roj lîstikên şanoyê yên cûda hatin pêşkêş kirin de tevahî pêkhateyên bakur û rojhelatê Sûriyeyê û xebatkarên Çand û Hunerê ji Reqa, Şehba, Cizîrê amede bûn.   Di roja dawî ya Mihrecanê de Cîgira Destya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Nûr Wegai axivî, Nûr diyar kir ku Mihrecan bi wate û giring bû ji ber ku rastî û çanda gelan nîşan da.paşê Hunermend Nesrîn Botan strarnên şoreşgerî pêşkêş kirin.   Her wiha Komîteya amedkar a Mihrecanê Xelat belav kirin. Kom û kesên di mîhrîcanê de yên ku xelat girtin, koma şanoyê ya bi navê 'Koma Efrîn' bû. Rola  lîstikvanên herî baş 'Şêrewan Mele û Hesen Remo', her wiha lîstikvana jin 'Bera Hesen' endama kevna zêrîn. Sînografîkê herî xweş 'Koma Serdem' ya şanoya bi navê 'Tu ne Kara yî'. Derhêner herî baş Şanoya "Jina bi tenê" ya kevana zêrîn. Teksta herî baş ya Şanoya "Tu ne Kara yî" ya Koma Serdem a Erka Xwe parastinê girtin.  Mihrecan bi gerandina govendê bi dawî bû.