‘Dewlet ji aştiyê ditirse?’ 2019-04-07 09:09:49   Dîlan Babat   ENQERE- Dayika Aştiyê Perîhan Akbulut da zanîn ku divê li dijî grevên birçîbûnê her kes berpisyariyê bigire ser xwe û got di rewşa li gorî qanûnan tevbigerin de wê tecrîd ji holê rabe û wiha berdewam kir: “Dewlet ji aştiyê ditirse?Qanûnên xwe, edeleta xwe dipelçiqînîne.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 151’emîn de didome. Çalakiya koma ewil ya li girtîgehan dest pê kir jî di roja 113’an de ye.Tevî grev hatine astek krîtîk hikûmetê hîna gavek navêtiye. Dayika Aştiyê Perîhan Akbulut da zanîn ku ji girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane hikûmeta ku gavê navêje berpirs e.   ‘Bila her kes destê xwe bike bin kevir’   Perîhanê wih got: “Bi hezaran kes bi armanca rakirina tecrîdê ketine grevê. Yekane daxwaza wan heye û ew jî rakirina tecrîdê ye. Mifteya aştiyê jî Ocalan e. Ger hevdîtin dest pê bikin wê grev bi dawî bibin. Tenê bi malbatê re hevdîtin têr nake. Gelo dewlet ji aştiyê ditirse. Divê hemû kesên ji xwe re dibêjin em mirovin destê xwe bikin bin kevir.”   Perîhanê balkişand ser girtiyên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîne û ev tişt bi lêv kir: “Kesên ketine grevê zarokên vî gelî ne. Divê ev gel xwedî li zarokan derkevin. Banga min ji bo dewletê ye. Zarokên wan jî hene. Bila destê xwe bidin wijdana xwe. Ev ne karê siyasetê ye. Divê tecrîd demildest rabe. Ger li gorî qanûnan tevbigerin wê tecrîd rabe. Zarokên vî gelî dimirin. Êdî bes e. Divê her kesê xwedî wijdan bêdeng nemîne. Her kes di bin tecrîdê de ye. Em dixwazin ku daxwaza zarokên me bê cih û zarokên vî gelî nemrin.”   ‘Wê dewlet çawa hesab bide?’   Perîhanê di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir û da zanîn ku divê her kes bi hestiyar tevbigere, li malên xwe li ber televîzyonan runenin û cenazeyan nepên.Ligel vê da zanîn ku ji mirinan dewleta bêdeng maye berpirse û got wê dewlet çawa hesab bide vî gelî.