ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-07 09:00:00   *Hevşardara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, encama hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê nirxand û got: “Hilbijartinên herêmî ya ku pêk hat bû têkçûyîna AKP’ê. HDP’ê jî carekedin hebûna xwe nîşan da.” BI DÎMEN   *Hevşaredara HDP’ê Ayşe Mînaz ya Tuşbayê diyar kir ku ji bo her taxekê wê projeyên nû bikin jiyanê. BI DÎMEN   *Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku piştî AKP’ê şaredariyên Enqere û Stenbolê winda kirine têk çûye û got: “Ji ber vê pêvajoyê evqas dirêj dikin. Encamên hilbijartinê di alî aborî de baskê AKP’ê şikand. Girtina Stenbolê bû bersiva Agirî Şirnexê. BI DÎMEN   *Zuleyha Dayan ya bi Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarîgucu li serkeftinên xwe serkeftin zêde kir, bi sekna xwe ya xurt gelek xebatên serkeftî pêk anîn.   *Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer da zanîn ku qeyûm avahiya xizmetê wek kavil hiştiye û armanca wan ev bû ku şaredariyê wek kavil ji me re bihêlin.   * Dayika Aştiyê Perîhan Akbulut da zanîn ku divê li dijî grevên birçîbûnê her kes berpisyariyê bigire ser xwe û got di rewşa li gorî qanûnan tevbigerin de wê tecrîd ji holê rabe û wiha berdewam kir: “Dewlet ji aştiyê ditirse?Qanûnên xwe, edeleta xwe dipelçiqînîne.