Îtîrazên MHP'ê yên ji bo Qersê hat redkirin 2019-04-06 15:54:17   QERS - Lijneya Hilbijartinê ya Navenda Navçeyê, îtîraza MHP'ê ya ji bo betalkirina hilbijartina Qersê red kir.    Li Qersê MHP'ê ligel ku 2 caran deng hatin jimartin û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qezenc kir jî, ji bo betalkirina hilbijartinê dîsan îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Navenda Navçeyê kir. Lê lijneyê serlêdana MHP'ê red kir. Hat diyar kirin ku MHP dê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bide.