Platforma Ked û Demokrasiyê bang li îktîdarê kir 2019-04-06 14:30:15   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed, di daxuyaniya ku derbarê grevên birçîbûnê de da, wiha bang li îktîdarê kir: "Ji bo aştiya civakî û mafê jiyanê em bang li îktîdarê dikin ku berî dereng bimîne bila pirsgirêkê di çarçoveya hiqûqa naventeweyî de çareser bike."   Platforma Ked û Demokrasiyê, li Demîr Otelê derbarê grevên birçîbûnê de civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona ku civîn lê hat kriin pankarta bi nivîsa, "Em li dijî mirinê jiyanê diparêzin" hat daliqandin. Daxuyaniya bi kurdî ji Odeya Avahîsazan Şerefhan Aydin û ya bi tirkî jî Berdevkê Platformê Mehmet Şîrîn Gurbuz xwend.    'Têkoşîna me ji bo aştiya civakî ye'   Mehmet diyar kir ku demokrasî û hiqûqa ku li welêt bi bi zor û zahmetî dihat meşandin ev du salin bi giştî ji cewherê xwe hatiye dûrxistin û tişta hatiye pratîzekirin pêkanînên dijdemokratîk ên îktîdarê ne. Mehmet di berdewamiyê de wiha got: "Di vê riyê de wekî her carê bi hezarn mirov jiyana xwe feda kirine.  Em wekî saziyên civaka sivîl têkoşîna me ji bo hiquqa naveteweyî ku bê pêkanîn, demokrasiyê û aştiya civakî ye.  Saziyên sivîl her ku hatine damezrandin û şûnde jiyana mirovan û tendirûstiya wan wekî sedema hebûna xwe dîtine. Em jiyana mirovan dûrî hemû têgeh û tirsê digirin dest, jiyana mirovan û tendirustiya wan ji her tiştî girîngtir dibînin."   'Grev di asta krîtîk de ye'   Mehmet çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de ku tê berdewamkirin bi bîr xit, got ku grev di asta krîtîk de ye û wiha berdewam kir: "Ji girtîgehan agahiyên mirinê tên. Bêdengiya îktîdarê ya li hember mirinê me ditirsîne .Ger ku pêvajoya wiha berdewam bike wê mirin zêde bibe.  Wê ev rewş li ser aştiya civakî, demokrasî û mafên mirovan bandora neyînî bike û birînên nû veke.  Ji ber ku destûr ji bijîşkên xweser û heyetên xweser re nayê dayîn derbarê tendirustiya çalakgeran de agahiyên zelal nayên girtin.  Li gorî agahiyên ku ji malbat û parêzeran derbarê rewşa girtiyên di grevê  de tên girtin, girtî zêde zaîf bûne û pirsgirêkên tendirustiyê dijîn.  Ji girtiyan re vîtamîna B1 û vexwarin nayê dayîn."   'Em bang li her kesî dikin ku bi wican tevbigerin'   Mehmet herî dawî wiha got: " herî dawî bang li îktidarê kir û wiha bi dawî kir: "Em weki  sazîyên ked û demokrasiyê bang li herkesî dikin ku ji bo aşitiya civakî li gorî  berpirsiyariya  xwe yê exlaqî û wujdanî tev bigerin. Ji bo mafê aşitî û jiyanê em bang li îqtîdarê dikin ku ev pirsgirêkê li gor nirxên huqûqiyên gerdûnî çareser bike."   Piştî daxuyaniyê endamên Platforma Ked û Demokrasiyê bi dirûşma "Em jiyanê diparêzin" ji bo ku li şaxa Egtîm Senê ya hejmar 1 nobeta rojekê bigirin ji otelê veqetiyan."