Remziye Tosun: HDP li Sûrê ji sedî 60 bi ser ket 2019-04-06 11:50:50   AMED - Parlamenter Remziye Tosûn diyar kir ku çend Sûr hat ser û binî kirin û talankirin jî gel ser sindoqan bersivek xweş da û HDP'ê ji sedî 60 bi ser ket   Li gorî encamên ne fermî HDP 3 şaredariyên mezin, bi giştî 69 şaredarî qezenc kirin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a  Amedê Remziye Tosûn, serkeftina partiya xwe ya di hilbijartina herêmî de nirxand.    Remziye destnîşan kir ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartina herêmî ya 2014’an de li herêmê gelek şaredarî qezenç kirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Lê di demên cuda qeyûm hatin tayînkirin û berî her tiştî xwestin pergala hevşaredariyê ji holê rakin. Di hilbjartina herêmî ya saal 2019’an de gel carek din pergala hevşaredariyê qebûl kir. Di vê hilbijartinê de me carek din pergala xwe ya hevşaredariyê ji qeyûman girt. Em ê di şaredariyên xwe de vê pergalê careke din bi rêve bibin.”    'Em ê dîsa saziyên jinan vekin'   Remziye da zanîn ku polîtîkayên qeyûm berhemên hişmendiya serdest a zilaman e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qeyûman sazî û dezgehên jinan yek bi yek girtin. Serkeftina ku partiya me di hilbijartina herêmî de bi dest xistibû, ji aliyê hişmendiya serdest a zilam ve hat derpkirin. Di şaredariyên me qezenc kir de em ê dîsan saziyên jinan vekin û ji berê xurtir xebatên xwe bi rêve bibin."    'Sûr hat talankirin'   Remziye di axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên derketina derve yên di sala 2015’an de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi tank û topan navçeya Sûrê ya Amedê ku bi dîroka xwe tê naskirin, ser û bin kirin. Dûre jî qeyûm tayîn kirin. Li dijî gelê navçeyê polîtîkayên teslîmgirtinê  bi rêve birin. Dîsan bi polîtîkayên rant û diziyê bajêr bir rêve birin. Lê gel li ser sindoqan bersivek xweş da wan. Ji sedî 60 HDP bi ser ket."    'Ji bo berxwedêrên greva birçibûnê'   Parlamenter Remziye diyar kir ku AKP li navçeyê gelek xebitî, lê çi kir jî nekarî Sûrê bi dest bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Sûrê xwedî li warê xwe derket hilbijêrên HDP’ê hem ji bo şarederiyên xwe, hem ji bo Ocalan û hem jî ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çûn ser sindoqan. Divê hikûmet vê îradeyê bibîne û daxwazên çalakgeran pêk bîne û tecrîdê rake."