Li Qamişloyê şahî ji bo 4'ê Nîsanê hat lidarxistin 2019-04-06 10:25:58   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi rihê 4'ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" bi boneya roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şahiyek hat lidarxistin.    Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Stadyoma Şehîd Heysem Kiço bi dirûşma "Bi rihê 4'ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" şahî li dar xist. Her wiha bi sedan mamoste, rewşenbîr û şêniyên bajarê Qamişloyê tevlî şahiyê bûn. Li stadyomê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên parlementera HDP’ê Leyla Guven û alên YPG/YPJ hatibû daliqandin.   Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê Hevseroka Desteya Perwerdeya  Herêma Cizîrê Semîra Hec Elî û Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ciger ve ser wateya rojê axaftin hatin kirin. Di axaftinê de rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kirin û wiha anîn ziman: “Jiyan, îrade, nasneme û hebûn yê ku bi me da naskirin Rêber Apo bû. Bi hezaran serok û fîlozof li cîhanê derketine lê belê tu serok yan jî fîlozof  wek Rêber Apo mafê jinê neparast. Em ê li ser bingeha fikra Rêber Apo jiyana azad ava bikin.”   Paşê Koma Nûpelda stran got. Koma Şehîd Tariq ya navçeya Amûdê govend gerand. Her wiha hunermend Cewad Merwanî stran got. Koma dîlanan a koçerata govend gerand.   Her wiha şahî bi stranên koma botan û govendê bi dawî .